Li navçeyên Bêrecûk û Xelfetê yên Riha, di serdegirtinên malan de, 22 kesên rêveberên HDP’ê jî dinav de hatin binçavkirin.
RİHA – Li navçeya Xelfetî ya Riha leşkeran bi ser malan de girtin û 13 kes binçv kirin. Navê kesên birin Qerekola Leşkerî ya Goklu wihane: “Bekîr Ozturk, Nûrettîn Karadaş, Samî Bozkûrt, Kazim Balaban, Azad Polat, Seyhan Bayram, Hacî Yalçinkaya, Osman Yalçinkaya, Hasarî Baysoz, Hakkî Keskîn, Huseyîn Mavîgok, Kadîr Çolak û Abdullah Uzun.”
BÊREÇÛK 9 KES BINÇAV KIRIN
Li taxên çolter û navendê yên navçeya Bêreçûkê jî, polîs û leşkeran bi ser malan de girtin. Di operasyona hat lidarxistin de, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bêrecûkê Dîlan Taş, Hevserokê partiyê yê navçeyê yê berê Îbrehîm Yeşiltepe, Halîl Genç, Halîl Sarikaya, Abdulcelîl Arici, Şevket Çetînkaya, Mûstafa Karadag, Mîkaîl Kiliç û Bulent Karayilan hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Bêrecûkê tên girtin.
DEMA BINÇAVKIRINÊ HAT DIRÊJKIRIN
Li aliyê din, di serdegirtinên malan ên 29’ê Adarê yên li Sîweregê de, Levent Korkmaz, Îlyas Korkmaz, Ayşe Guler, Tevbûn Mîmkara, Şehrîban Mîmkara, Hebat Mîmkara, Çerko Mîmkara, Cemîl Bezer û welatiyê paşnavê wî nehat zanîn Halîl ên hatibûn binçavkirin, 4 roj dema binçavkirin wan hat dirêjkirin. Hat diyar kirin ku kesên li ewlekariyê tên girtin, rastî muameleya xerab tên