KCK: “Tîfaqa faşîst a AKP û MHP’ê hate têkbirin”

KCK: Di 31’ê Adarê de bi tenê hilbijartin nehate qezenckirin, faşîzma AKP û MHP’ê jî têk çû. Divê êdî bi polîtîkayên demokratîk ên li dijî şer, ev desthilatdarî were hilweşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê derbarê hilbijartinan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê bi hincetên wekî hêzên ji derve li dijî Tirkiyeyê operasyonan dike û bi xurtkirina şovenîzmê, bi zextên giran li Tirkiyeyê di nav şertên ne wekî hev de dixwest di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de bi ser bikeve. Bi vî awayî wan dixwestin bi polîtîkayên şer ên li derve û hundir, desthilatdariya xwe li ser lingan bigirin. Lê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê sîleyeke mezin li desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê dane û polîtîkayên faşîst ên AKP û MHP’ê red kirine.

TIFAQA FAŞÎST A AKP Û MHP’Ê HATE TÊKBIRIN

Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li Tirkiyeyê hatiye têkbirin. Pergala qeyûman a ku li Kurdistanê îradeya gel xesp kiriye, hatiye bidawîkirin. Dewleta Tirk li Şirnex û hin navçeyan bi dek û dolaban hin endamên xwe kiribûn şaredar jî, wan nekaribûne rê li pêşiya têkçûna AKP’ê ya li Kurdistanê bigirin. Polîtîkayên AKP û Erdogan têk çûne. Erdogan bi polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan û demokrasiyê xizmet ji MHP’ê re kiriye. Di 31’ê Adarê de derketiye holê ku desthilatdariya AKP’ê wê demeke dirêj nikaribe desthilatdariya xwe bidomîne.

HDP’Ê BI STRATEJIYA XWE BANDOR LI SER DAHATÛYA TIRKIYEYÊ KIR

HDP’ê bi stratejiya xwe ya di 31’ê Adarê de bandoreke mezin li ser dahatûya Tirkiyeyê kiriye. Kurdan û hêza demokrasiyê ya Tirkiyeyê , dîroka têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê de serdemek nû dane destpêkirin. Gelên Tirkiyeyê helwesta avakirina Tirkiyeya demokratîk dane holê. Heke hêzên demokrasiyê hilbijartina di 31’ê Adarê de baş bi kar bînin wê krîzên li Tirkiyeyê werin çareserkirin.

Hemû bajarên ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê kirine desthilatdar, ji destê wan hatiye derxistin. Desthilatdarî li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn û Antalyayê têk çûye û zehmet e ku ev partî êdî karibe li ser desthilatdariyê be. Ji ber ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li Kurdistanê jî têk çûye, êdî vê desthilatdariya faşîst wê nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe.

Kurdan û hêzên demokrasiyê yên ku li hemberî êrîşên faşîst li ber xwe dane, rê li ber têkçûna desthilatdariyê ya AKP û MHP’ê vekirin. Bi berxwedana xwe pêşiya desthilatdariya faşîzmê girtine û hêviya di nav hêzên demokrasiyê de zindî hiştine û di 31’ê Adarê de faşîzm têk birine. Berxwedana gelê Kurd a li hemberî êrîşan û israra hêzên demokrasiyê ya ji bo têkoşînê vê rewşa siyasî derxistiye holê. Careke din derketiye holê ku gelê Kurd li Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye dînamîka demokrasiyê ya herî sereke.

Careke din hatiye dîtin ku li ser xeta neteweya demokratîk û welatê hevpar wê pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê werin çareserkirin û bi karakterê xwe yê demokratîk wê bibe welatekî mînak. Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û ya hevalên girtî û yên li Ewropayê ya ‘Em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin’ faşîzma AKP û MHP’ê qels kiriye. Encamên siyasî yên heke tecrîd bişikê, ji aliyê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê jî hatiye dîtin û di hilbijartina 31’ê Adarê de ji bo têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê bandoreke mezin kiriye.

HÊZÊN DEMOKRASIYÊ JI BO BIDAWÎBÛNA TECRÎDKIRINA RÊBER APO DIVÊ BI ROLA XWE RABIN

Encamên vê hilbijartinê ne tenê ji bo hêzên siyasî û gelên Tirkiyeyê, her wiha nîşan daye sazî û hêzên navneteweyî yên aştî û aramiya li Tirkiyeyê dixwazin ku divê polîtîkayeke çawa bê meşandin. Yekîtiya demokratîk a gelên Tirkiyeyê ku di vê hilbijartinê de berbiçav bû, eşkere kir ku divê çareseriya pirsgirêka Kurd çawa be. Bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo û afirandina şert û mercên kar û jiyana azad, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gelekî girîng e. Têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê ya di hilbijartinên 31’ê Adarê de, nîşan da ku divê hêzên demokrasiyê hemû tevlî têkoşîna bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo bibin ku ji aliyê Leyla Guven û hevrêyên me yên li zindanan ve tê meşandin. Ji ber ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, pêkhatina yekîtiya neteweya demokratîk a gelên Tirkiyeyê û afirandina Tirkiyeya demokratîk, wê Rêber Apo xwedî roleke mezin be. Hewldanên 20 salan ên Rêber Apo yên li Îmraliyê nîşaneya vê yekê ye.

DIVÊ SERKETIN NE TENÊ DI HILBIJARTINÊ DE BE

Pêwîste serketina hilbijartinê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê tenê bi vê yekê re nemîne, di çarçoveya têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê ya bi giştî û pêkanîna demokratîkbûna Tirkiyeyê de bê nirxandin. Rewşeke bi vî rengî ya civakî, siyasî û psîkolojîk hatiye afirandin. Dijminatiya li Kurdan û demagojiya mayindetiyê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê, li bajar û herêmên ku di jiyana aborî, civakî, siyasî û çandî de nehate qebûlkirin. Vê yekê ji bo guhertina zîhniyetê û pêkhatina polîtîkayên demokratîk zemîneke mezin afirandiye. Wezîfeya ku niha dikeve ser milê hêzên demokrasiyê hemûyan ew e ku di nava van şert û mercan de faşîzma AKP-MHP’ê bi temamî têk bibin û vê rewşê ji bo afirandina Tirkiyeya demokratîk binirxînin. Ji bo banga tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku got, di nava 4 salan de wê hilbijartin neyê kirin; polîtîkayên desthilatdariya heyî qebûl bikin, li dijî vê desthilatdariyê tênekoşin, divê bi mezinkirina têkoşînê bersiv were dayin. Pêwîste di têkoşînê de her rê û rêbazên rewa û demokratîk bên bikaranîn. Ji ber ku di 31’ê Adarê de ne tenê di hilbijartinê de serketin hate bidestxistin; faşîzma AKP-MHP’ê hate têkbirin. Ya ku ji niha û pê ve were kirin ew e ku bi polîtîkayên demokratîk ên li dijî şer ev desthilatdarî bê hilweşandin.

Em gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ji ber helwest û serketina wan a di hilbijartinên 31’ê Adarê de pîroz dikin, li ser bingeha ruhê 31’ê Adarê bang dikin ku xwe bispêrin yekîtiya demokratîk a gelê Tirkiyeyê û têkoşînê mezin bikin.”

Nivîsa Pêş