Gerîlaya YJA Star’ê Nûdem Penaber(Nûdem Tûrgût) li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hate bibîranîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) gerîlaya YJA Star’ê Nûdem Penaber(Nûdem Tûrgût) li Saziya Malbatên Şehîdan hat bibîranîn. Bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî deqeyek rêzgirtin bavê şehîd Nudem Penaber, Mahir Turgut axivî û di serî de xêrhatina tevahî xelkê wargehê kir û wiha got:“ Di dîroka Kurdistanê de heta ku roja em hatîn me berdêlên pir mezin dane, ji bo vê yekê jî ger ku îro em jiyan dikin, em bi saya van şehîdan li vir jiyan dikin. Ji bo vê jî em çiqasî li ser şehîdan baxivin ne peyv têr dikin û ne jî dem. Ji bo em bibin bersiv bila dost û dijmin baş bizanibin her çendî êrîş bike, em ê li hember êrîşan hîn bi kîntir bibin û hêza xwe hîn xurttir bikin.”
Turgut axaftina xwe wiha bi dawî kir:“Ez wek bavê şehîd Nudem Penaber, şehîd Nudem ji bo bibe rêhevalê Zîlan, Bêrîtan û Viyanan ev rê şopand û ez bi şehîd Nudem serbilindim, şehîd Nudem ne şehîdên me tenê ye, şehîdê tavahî Kurdistanê ye.”
Piştî axaftina bavê şehîd Nudem Penaber, sînevîziyona ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) ku li ser jiyana Şehîd Nudem Penaber hatibû amede kirin hate temaşekirin.
Bîranîn bi diruşemeyên ‘ Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.
Nasnameya gerîlaya YJA Star’ê wiha ye;
Nasnav: Nûdem Penaber
Nav û Paşnav: Nûdem Tûrgût
Cihê Jidayikbûnê: Nînova
Navê Dayik – Bav: Beyaz – Mahîr
Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’an