Meclîsên Ciwanên HDP’a Stenbolê diyar kir ku ew dixwazin dest ji polîtîkaya zext û şideta li ser endamê wan bê berdan û got: “Wê ev lêferzkirin nikaribin me bi tepisînin. Heta faşîzm hilweşe dê têkoşîna me dewam bike.”
STENBOL – Meclîsên Ciwanên HDP’ê yên HDP’a Stenbolê li dijî revandin, binçavkirin, girtin û ferzkirina sîxûrtiya li ser endamên xwe bi civîna çapemeniyê şermezar kirin. Civîn li avahiya HDP’a Stenbolê pêk hat.
Endamê Meclîsa Ciwanan Serhat Ozuguz daxuyanî da û got: “Faşîzm wek her serdemê vê serdemê jî ciwanan xistiye hedefa xwe. Ji roja xebatên me dest pê kirine heta niha dixwazin bi revandin, tehdît, tacîz, binçavkirinên bêhiqûq û lêferzkirinên sîxûriyê îradeya me teslîm bigirin. Di demên dawî de endamên me ji aliyê kesên wek polîsan ve xwe didin nasîn tên revandin û îşkence li wan tê kirin. Tên binçavkirin û sîxûrtî li ser wan tê ferzkirin. Wê li dijî hemû zext û şidet û girtinan têkoşîna me dewam bike.”