Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 14 çalakgeran dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Çalakî di roja 108’an de didome.
STRASBOÛRG – Li hemberî polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger hatibûn destpêkirin. Di 17’ê Kanûna 2018’an de jî 14 çalakgeran li Strasboûrgê dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
Tendirustiya çalakgerên greva birçîbûnê, di rewşeke krîtîk de ye û çalakger bi biryardarî çalakiya xwe didomînin. Çalakî di roja 108’an de didome û bijîşkan diyar kiribû ku masûlkeyên çalakger dihelin û tendirustiya wan xerab bûye.
Her roj ji gelek welat û bajarên Ewropayê bi dehan Kurdên welatparêz, dostên Kurdan û nûnerên saziyan tên serdana çalakgeran.
Gulistan Îke, Dîlek Ocalan, Nûrgul Başaran, Mûstafa Sarikaya, Mehmet Nîmet Sevîm, Denîz Surgut, Kardo Bokanî, Ekrem Yapici, Ayvaz Ece, Egîd Ûral, Ramazan Îmîr, Mohamad Ghaderî, Kerem Solhan û Yuksel Koç li Strasboûrgê di çalakiya greva birçîbûnê de ne.