Li gelek bajarên Rojava û Bakurê Suriyê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin lidarixstin û gel gelek daran çandin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şêniyan li bajarê Helebê li parka El-Itîqamê 80 dar çandin. Her wiha MSD`ê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê civînek girêdayî kurtejiyan û têkoşîna Ocalan hate lidarxistin û Şaredariya Herêma Efrînê bi hevkariya şêniyan 40 darên zeytûnê li Şehbayê çandin. Îro bi sponseriya Komîteya Çand û Hunerê pêşengeha wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya li taxa El-Miftî ya bajarê Hesekê hate lidarxistin. Bi rasthatina rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re, bi sedan şêniyên Girkê Legê dar li Parka Serok Ocalan a navçeyê çandin. Îro bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û jinên gundê Jinwar bi boneya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist û 100 dar li gundê Jinwar çandin. Şaredariya Gel li Dêrikê bi boneya jidayikbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Taxa Şehîd Xebat Dêrik, Parka 4’ê Nîsanê vekir. Her wiha Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê bi vê boneyê jî şahiyek ji zarokan re li dar xist. Li bajarê Minbicê li Parka Newroz a ku dikeve rojhilatê Minbincê Meclisa Jinan, şahiyek li dar xist. Şêniyên bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê jî dar çandin. Komîteya Ekolojiyê ya Şaredariya Holê jî bi wesileya rojbûnê bi navê “Parka Jinan” parkek vekir. Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan li Parka Hevaltî ya li bajarê Girê Spî 200 dar çandin û li Kobanê jî Kongreya Star 200 dar li Parka Rêber Ocalan û gundê Elîpelûrê çandin.
KOBANÊ/GIRÊ SPÎ
Bi boneya nêzîkbûna rojbûna Abdullah Ocalan a 70`yan, Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan li Parka Hevaltî ya li bajarê Girê Spî 200 dar çandin û li Kobanê jî Kongreya Star 200 dar li Parka Rêber Ocalan û gundê Elîpelûrê çandin. Li Girê Spî, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sozan Bircis axivî û wiha got: “Rêber Ocalan xêr ji her kesî re dixwaze, ji xwezayê hez dike, em jî rojbûna rêber Ocalan pîroz dikin û hêvî dikin ku îro di nav me de be.” Li Kobanê jî di roja duyemîn de çandina daran didome. Kongreya Star îro 200 dar li Parka Rêber Ocalan a nêzî gundê Siftekê yê rojavayê bajarê Kobanê çandin, her wiha dar li gundê Elîpelûrê ku Ocalan dema derbasî Rojava bû, destpêkê hate wî gundî, çandin. Meclisa Malbatên Şehîdan duh gelek dar li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê çandin.
QAMÎŞLO
4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Bi vê boneyê şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşma “Bi rihê 4`ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi rêber Ocalan re azad bijîn” li Çerxerêya Şehîd Osman Sebrî kom bûn da ku daran biçînin. Şêniyan zêdetirî 100 dar li ser rêya hizam a ku li bakurê bajêr dikeve, çandin. Gel dirûşmên têkoşîna li dijî AKP`ê û silavkirina berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan avêtin. Ji rêveberên Kongreya Star Xaliya Necar ku beşdarî çandina daran bûye, destnîşan kir ku Ocalan ji bo parastina xweza û ekolojiyê banga çandina daran dikir. Xaliya diyar kir ku ew her tim daran biçînin, dê li ser vê çandê bimînin, dê her tim şopdarên rêya fikr û felsefeya Ocalan bin û ji bo rakirina tecrîdê dê tê bikoşin û li ber xwe bidin.
TIRBESPIYÊ
Kongreya Star bi boneya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê berê xwe da Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan û baxçeyê Çerxerêya Azadî û dar lê çandin. Şêniyan dar di her du baxçeyan de çandin û paşê govend hate gerandin.
DÊRIK
Bi sedan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl li pêş Parka 4’ê Nîsanê kom bûn. Her wiha deriyê parkê ji hêla dayika şehîd Husên Şawîş û Ferha Mihemed dayika şehîd Çekdar ve hat vekirin. Piştre, bi navê hevserokatiya Şaredariya Gel a Dêrikê Rojîn Çeto axivî û vekirina parkê pîroz kir. Rojîn wiha domand: “Bi boneya jidayikbûna rêber Abdullah Ocalan ku dikeve 4’ê Nîsanê, park li Taxa Şehîd Xebat hate vekirin û 100 darên cihêreng lê hatin çandin.” Li aliyekî din jî bi navê Kongreya Star a Dêrikê Fatme Silêman axivî û vekirina parkê li Ocalan, malbatên şehîdan û şervanan pîroz kir. Her wiha jî soza şopandina rêça şehîdan da ku heta serkeftinê û rizgariya Ocalan ji girtîgehên faşîzma Tirk da. Bi heman armancê, bi sedan zarok û malbatên wan tev li şahiya zarokan a li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê bûn. Di şahiyê de stran, şano û dîlanên folklorîk ên ku komên Kulîlkên Koçerat, koma şanoyê ya Koçerat, koma dîlanê ya Koçerat peşkeş kirine, berdewam kir. Her wiha li rexê jî komên stran, dîlan û stranên folklorîk ên girêdayî Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê hunerên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.
DIRBÊSIYÊ
Bi boneya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, şêniyên navçeya Dirbêsiyê şahiyek li gundê Jinwar li dar xist û 100 dar li gundê Jinwar ê girêdayî navçeya Dirbêspiyê ya kantona Hesekê çandin. Di şahiyê de bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û jinên gund û şervanên YPG û YPJ`ê amade bûn. Di şahiyê de, bi navê YPJ`ê fermandar Evîndar Efrîn axivî û rojbûna Ocalan pîroz kir û wiha got: “Îro rojbûna Ocalan e, roja xelaskirina jinan ji zilmê ye, bi saya ramanên Ocalan em ewle dijîn.” Her wiha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Keliş axivî û wiha got: “Rojbûna Ocalan, roja bidawîbûna zilmê ye, ji ber vê yekê em daxwaza Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dikin, ji ber wî hişt em azad bijîn.” Bi navê jinên enternasyonalîst, Nûjîn Derya axivî û got: “Me berê xwe da şoreşê, ji ber ku em bi ramanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bandor bûn û bi gelê Kurd ku bi têkoşîn û lehengiya xwe ji bo azadiya Ocalan û doza wan, bandor li me kir.” Paşê gelek jinên enternasyonalîst stranên kurdî gotin û şêniyan 100 dar li gund çandin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
GIRGÊ LEGÊ
Şêniyên Girgê Legê li parka Serok Ocalan a navçeya Girkê Legê kom bûn. Endama rêveber a Kongreya Star Melîha Abdullah axivî û got: “Rojbûna Ocalan zayîna mirovahî û jina azad e. Ji ber wê wek jinên Rojava em rojbûna xwe di rojbûna Ocalan de dibînin.” Melîha rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li tevahiya gelê Rojhilata Navîn pîroz kir û banga mezinkirina têkoşînê ji bo bidawîkirina tecrîdê kir. Piştre şênî di nav berzkirina dirûşmeyên silavkirina Ocalan de dar li parkê çandin.
HOLÊ
4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Adullah Ocalan e. Bi boneya rojbûna Ocalan, Beşa Ekolojiyê ya girêdayî Şaredariya Gel a Holê ya kantona Hesekê parka bi nave “Parka Jinan” vekir. Merasîma vekirina parkê bi beşdariya bi dehan şêniyan û hêzên leşkerî hate lidarxistin. Paşê park ji aliyê hevserokê Şaredariya Gel a Holê Xelîl Nûman ve û bi sloganên “Bijî berxwedana Rêber Apo û “Azadî ji Ocalan re” ve hat vekirin. Piştî vekirina parkê beşdaran gelek dar li parkê çandin. Hêjayî gotinê ku Beşa Ekolojiyê ya Şaredariya Gel a Holê amadekariyên vekirina parkeke din li navçeyê dike ku pêlîstokên zarokan tê de hebin.
MINBIC
Îro bi boneya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Meclisa Jinan a bajarê Minbicê li Parka Newroz a ku dikeve rojhilatê Minbincê, şahiyek li dar xist. Şahî bi beşdariya bi sedan endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê hate lidarxistin. Di şahiyê de ji rêveberên Meclisa Jinan a bajarê Minbicê Hena Şerîf axivî û got: “Bi destpêka biharê û rojbûna rêber Apo re, rojeke nû hilat.” Hana Şerîf di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz û rizgarkirina jinan ji bindestiyê ye, her wiha ronahiya ku rêya azadiya jinan ronî kiriye. Piştî bidawîkirina axaftina Hena, dar û gul li Parka Newroz hatin çandin. Şahî bi gerandina govendên gelêrî û stranên şoreşgerî bi dawî bû.
HELEB
Buroya Jin a MSD`ê ji jinên taxa Şêxmeqsûd re ya Helebê civînek li dar xist. Endamên Buroya Jin a MSD`ê û bi dehan jinên taxê ji hervdu pêkhateyên Ereb û Kurd tev li civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê hevseroka MSD`ê ya Helebê Fehîme Hemûr girêdayî kurtejiyan û têkoşîna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinê û mafên wê axivî. Fehîme banga mezinkirina têkoşînê li jinan kir da ku azadiya xwe bidest bixin û cihê xwe di rêvebirina civakê de bigirin. Fehîme bal kişand ser kedên Ocalan ji bo xilasiya gelê Kurd û gelên bindest ji zulmê û bi saya fikr û felsefeya wî li Kurdistanê bi giştî, Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gelek destkeftî hatin bidestxistin. Piştre sinevizyonek girêdayî jiyana Ocalan hate pêşandan.
Li taxa Eşrefiyê çandina 80 daran
Girêdayî heman mijarê bi sedan şêniyên her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Parka Rl-Itîqamê ya Eşrefiyê 80 dar çandin. Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û Buroya Jin a Şaredariya Gel tev li çalakiya ku Kongreya Star organize kir bûn. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hildan. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre endama rêveber a Kongreya Star Fatme Hesen axivî û destnîşan kir ku ji ber daxwaza Ocalan ji bo parastina xwezayê çalakiyên çandina daran li dar dixin. Paşê şênî 80 dar li Parka El-Istîqamê ya taxa Eşrefiyê di nav berzkirina dirûşmeyên silavkirina Ocalan de çandin. Endamên Şaredariya Gel ji zêdetirî mehekê ve amadekariyên çandina daran dikin.
ŞEHBA
Sibe 4`ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Bi milyonan gelê Kurd û Kurdistanî li tevahiya cîhanê vê boneyê pîroz dikin. Bi vê mebestê Şaredariya Gel a Herêma Efrînê bi hevkariya şêniyan derdora 40 darên zeytûnê li ber avahiya şaredariyê li Til Sûsînê yê girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê çandin. Piştre şênî û endamên şaredariyê xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî gerandin û dirûşmeyên silavkirina Ocalan berz kirin.
HESEKÊ
Îro bi sponseriya Komîteya Çand û Hunerê pêşengeha wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya li taxa El-Miftî ya bajarê Hesekê hate lidarxistin. Wêne ji hêla hejmarek hunermendan hatine xêzkirin. Tevî wê jî wêneyê jin, xweza û astengiyên ku rastî gelê Sûriyê di dirêjahiya dîrokê de hatine hatin pêşandan. Gelek berhemên hunerî wek peykera Kawa Hesinkar, parçeyên dîrokî ku temenê wan vedigere bi sedan salan ên gelên herêmê cihê xwe dipêşengehê de girtin. Her wiha di pêşengehê de sinevizyonek girêdayî têkoşîna Ocalan hate pêşandan. Pêşengeha Hesekê dê heya êvara Çarşemê bidome.