“Piştî kampanyayeke bêhempa hilbijartinên herêmî hatin lidarxistin. Encamên hilbijartinan jî rola kurdan a stratejîk jî derket holê. Ev hilbijartin, hilbijartineke awarte bû û encamên wê jî awarte ne. Hilbijartin li ser çend encaman tê axaftin.
Di encama van hilbijartinan de piştî 17 salan, cara yekemîn desthilatdariya AKP hejiya. AKP depoyên xwe yê dengan, destpêka desthilatdariya xwe yanî Stenbol û Enqereyê winda kir. Li Ege û Akdenîzê hema hema şarederiyên AKP’ê neman. Şarederiyên Antalya, Edene û Mersîn guherîn. AKP herî kêm 15 bajar winda kirin. Ev encam û têkçûna van bajaran ji bo AKP’ê windahiyên mezin in. Lewma Erdogan êvara hilbijartinê bi dengekî şikestî derket balkonê û ji bilî xwe her rayedarên AKP’ê tawanbar kir. Şeva 31’ê adarê ji bo Erdoğan şeva herî dirêj bû, xew lê herimî. Her çiqas çapemeniya AKP’ê van hilbijartinan ji bo xwe wekî ‘serkeftinê’ diafirîne jî ev encam ji bo AKP’ê destpêka têkçûnê ye.
Gelo çi bû, çi qewimî ku AKP kete vê rewşê, wiha serobin bû û ber bi têkçûnê ve diçe? Bêguman gelek sedemên vê yekê hene. Bi rastî AKP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de hejiya bû. Lê bi konsepta şer hinek emrê xwe dirêj kir. Lê heya vir. A duyemîn ev konsepta şer têkçûna AKP’ê leztir kir. AKP di encama vê yekê de her ku çû rêbazên pêkûtî, faşîzan bi kar anî. Her kesî her derdorê mexdûr kir û dijberên xwe zêde kir. Van encaman nîşan da ku hêzeke ku bi tirsê, bi pêkûtî û êrîşên li hemberî gel bi ser bikeve tune ye.
Dîsa di encama vê konsepta şer de aboriya Tirkiyeyê jî xirab bû. Gel xizan, bê kar û perîşan bû. Her diçe mesafeya di navbera gel û payebilindên îktîdarê de vedibe. Gel çiqas xizan dibe AKP’î ewqas dewlemend dibin. Li gor lêkolînan ji sedî 60’ê gel di bin sînorê xizaniyê de ne û di nav saleke dawîn de 3 hezar milyoner derketine holê.
Lê ev yek hemû bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne. Pirsgirêka kurd sedema krîza aboriyê ye jî û sedema têkçûna siyasî ye jî. Lewma dijberiya kurd dibe destpêka têkçûna AKP’ê. Pirsgirêka kurd dîsa rola xwe ya diyarkarî û têkbirina îktidaran didome. Ji sala 1980’î vir ve ev rastî wisa berdewam dike. Çîller ji ber dijberiya kurd têk çû, Anavatan her wiha. Niha dora AKP’ê ye û ew ketiye dorvegera rastiya dîrokî ya pirsgirêka kurd.
Kurd dibêjin kê çi dike bi xwe dike. Erdogan kete ber bayê Bahçelî nijadperestiyê bilind kir û nijadperestî bi kêrî MHP’ê hat. MHP li 10 bajarên krîtik di pêşbaziya bi AKP’ê re bi ser ket. Pekî AKP li hemberî vê rewşê çawa xwe teselî dike. Dibêje ez li Şirnex, Agirî, Bedlîs û Mûşê bi ser ketim û li Dêrsimê jî li hemberî HDP’ê komûnîzm bi ser ket. Di vê hilbijartinê de AKP li hemberî kurdan xwe sparte kenevîrê û komûnîzmê. Kurdekî oldar digot ‘Komûnîzm xenîmî we be înşalah!’
Di dawiya dawî de me dît ku Şirnex ji bo desthilatdarên pergalê ji Stenbol û Enqereyê girîngtir e. Yanî dibêjin bila kurd winda bikin çi dibe bila bibe. Ji bo ku kurdan cardin bikin koleyên xwe dest ji destkeftiyên xwe jî ber didin.
Bêguman siyaseta kurd jî divê ku li gor van encaman xwe li ber çavan re derbas bike. Li ser kêmasiyên xwe bisekine. Lê ji îro şûnde rojeva girîng û leztir çalakiya grevên birçîbûnê ne. Xwerexnekirina li hemberî berxwedana çalakiya birçîbûnê ji bo destpêkeke nû derfeteke mezin e.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Kenan Kirkaya