Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li herêmên Mare û Ezazê li dijî dagirkeran çalakî pêk anîn.
EFRÎN – HRE’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li herêmên Mare û Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî pêk anîn.
Daxuyaniya HRE`ê wiha ye:
“Di çarçoveya çalakiyên şervanên me yên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li Efrînê û derdora wê tê lidar xistin de;
1. Di 2’ê Nîsanê de şervanên me tirêksek a koma çete ya El Cebhet El Şamiye ku li herêma bajaroka Mare ya dikeve bakurê Helebê tunel dikoland û çêkirina çeperên şer de dihat bikar anîn hedef girtin. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Mihemed Reşîd hat kuştin û 1 çete jî birîndar bû.
2. Di 3’ê Nîsanê de şervanên me li gundê Kefer Kelbên ya girêdayî Ezazê çalakiyek li dijî baregehek leşkerî ya koma çete ya Lîwa 55 lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 jê giran 3 çete birîndar bûn.”