Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehan hemûyan daxuyaniyeke nivîskî hate dayin û rojbûna 70’î ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, greva birçîbûnê wê heta bidawîbûna tecrîdê bidome.
NAVENDA NÛÇEYAN – Denîz Kaya bi navê girtiyên siyasî daxuyanî da û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir.
Di daxuyaniyê de ji bo rojbûna Ocalan hate gotin, “Rojbûna Rêberê me li dinyayê û Rojhilata Navîn bi taybetî ji bo gelên Kurdistanê nîşaneya vejîna ji nava civaka polîtîk exlaqî ye, têkbirina dîroka vajî ye, hişyarkirina gelan, qutbûna ji sîstem û dîroka qirker a hezaran salî ye, xwebûna gelekî bênasname hatiye hiştin e. Ronîkirina rastiyeke ku di tarîtiya dîrokê de winda bûbû û destpêka gihandina rastiyên dîrokî ji bo vê serdemê ye. Rojbûna Rêberê me ziman, têgihiştin, berdevkî, heqîqet û serdema rastiyeke jibîrkirî ye. Ew kêlî ye ku hebûna li ber tinebûnê ji nû ve hebûna xwe vegeriya.”
Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser destketiyên li nava civakê bi bîrdozî û hewldanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatine afirandin û hate gotin, bi tecrîda giran hewl tê dayin ku pêşî li destketiyan bê girtin.
Denîz Kaya diyar kir, çawa ku armancên komploya navneteweyî bi xeleka ji agir a li dora Ocalan hatin têkbirin, armancên ji tecrîdkirinê jî bi berxwedana bêhempa û bi derbên ku li hêzên tecrîdê ferz dikin tê xistin, hemû tên beralîkirin.
Kaya destnîşan kir, tecrîdkirina Ocalan dawiya desthilatdariya AKP-MHP’ê eşkere kiriye û heqîqeta Rêberê Gelan mezin kiriye.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ew 4’ê Nîsanê weke rojeke ku rojeva azadiyê ya gelan û mirovahiyê pêk hat, dibînin û ji bo wan gelekî pîroz û hêja ye.
Kaya got, ji ber vê yekê tecrîdkirina mirovekî azad ku rojeva xwe ya bingehîn azadî ye, tecrîdkirina gelan û mirovahiyê ye û diyar kir, “Divê were zanîn, rojeva bingehîn a girtiyên PKK û PAJK’î Rêbertî û azadî ye ku 110 roj in me bedena xwe li dijî tecrîdê dane ber birçîbûnê. Lewma, heta ku tecrîd bi dawî bibe, Rêberê me azad bibe û karibe di nava şert û mercên azad de bixebite wê çalakiya me bidome.
Di dawiya daxuyaniyê de 4’ê Nîsanê rojbûna Ocalan li gelan, hemû têkoşeran hate pîrozkirin û bang li alîgirên azadî, wekhevî û demokrasiyê hate kirin ku bibin dengê berxwedana wan a bi heybet.