Li ser fermana Wezareta Karê Hundir bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a gundê lê ji dayik bûye Amara û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê hat qedexekirin. Polîsên dagirker nehişt Omer Ocalan biçe gundê lê ji dayik bûye jî.
RIHA – Wezîrê Karê Hundir têketina Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan a navçeya Xelfetiyê qedexe kir. Polîsên dagirker nehişt Omer Ocalan biçe gundê lê ji dayik bûye jî. Polîsan fermana wezaretê bi awayek devkî ji Ocalan re ragihandin.
Li ser fermana Wezareta Karê Hundir bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a gundê lê ji dayik bûye Amara û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê hat qedexekirin. Polîs û eskerên dagirker bi rojan berê gund û navçeyê xist dorpêçê. Nahêlin kes biçe gundê Amarayê. Esker li gund mal bi mal li kesên xerîb geriyan. Esker û polîsên dagirker sê rêyên diçin gund jî bi bariyeran girtin.
Biraziyê Ocalan, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan xwest biçe gundê lê ji dayik bûye. Lê Ocalan li ser fermana wezaretê bernedan gund. Ocalan ê xwest biçe navenda Xelfetiyê jî dîsa hat astengkirin. Nehiştin ku Ocalan biçe gundê xwe yê lê ji dayik bûye.
Polîsên dagirker ji Ocalan re got fermana wezaretê heye û heta dê tu wekîlên HDP’ê jî bernedin gund û navçeyê. Omer Ocalan ê li ber bariyerên polîsên dagirker disekine dixwaze xwe bi Walîtiya Rihayê re hevdîtin bike.
‘NAHÊLIN EZ BIÇIM GUNDÊ LÊ JI DAYIK BÛME JÎ’
Ocalan rewşa pê re rû bi rû ma wek “terora dewletê” nirxand û got: “Îro li ser fermana wezîrê karê hundir, ez nikarim biçim gundê ez lê ji dayik bûme jî. Ev jî rewşa îktîdarê ya gihîştiyê nîşan dide. Tu rayedar bersiv nade telefonên me. Heta Waliyê Rihayê telefona me bibersivîne em ê li vir bisekinin.”