Ciwanên Rojava û Bakurê Surî ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, şahiyekî li dar dixe. Şahî li Hesekê destpêkir.
HESEKÊ – Ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi beşdarbûna deh hezaran Ciwanên Rojava û Bakurê Surî li Hesekê şahî destpê kir.
Şahiya ku li stadyuma Hesekê tê lidarxistin, ji bajarên Rojava û Bakurê Surî bi deh hezaran ciwan kom bûn. Bi kombûna ciwanan şahî destpêkir. Eleqeyek mezin ji alî ciwanan ku tê dayîn, li şahiyê Cewad Merwanî, Serhado, Rêber Wahîd, Koroya Erkaxwe Parastin û wê hunermendê sûrpriz sehne bigire.
Şahî bi axaftina Koordînasyona Ciwanên Şoreşger Harun Apoyî destpêkir. Harun di axaftina xwe behsa girîngiya rojbûna Rêberê Gelan Ocalan kir û got ev roj roja vejîna Kurd û gelên Rojhilata navin e.
Şahî bi sloganên “Bijî Serok APO û Bê Serok Jiyan Nabe” didome.