Li navçeya Amed Farqînê, her çiqas polîs û leşkerên hêzên dewleta Tirk a dagirker parastinek xurt avakiribin jî di nava heftiyekê de 5 caran hatin lêxistin. Hat ragihandin ku çalakiyan ji aliyê Tîmên Tolê ya Şehîd Soro Farqîn û Şehîd Şervan Partîzan ve hatine kirin û çalakî jî li hemberî lojmana Tîmên Teybet, lojmana Serdozgeriya Komarê, alaya leşkeriyê û wesayîta zirxî ya bizêv pêk hatine.
AMED – Li navçeya Amed Farqînê, di navbera 23’ê û 29’ê Adarê de li hemberî hêzên dewleta Tirk a dagirker di 5 nuqteyan de çalakî hatin kirin. Hat zanîn ku di encama çalakiyan de birîndar hene lê kuştî nehat zelalkirin.
Farqîn, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li hemberî gerîla wek cihê operasyonê tê bikaranîn. Li bajêr, tîmên teybet û leşkerên dewleta Tirk a dagirker gelek zêde ne.
Ligel vê yekê dîsa jî di nava heftiyekê de li 5 cihên cuda çalakî pêk hatine û hat zanîn ku di radeya çalakiyan de gelek teqîn jî çêbûne û deng ji aliyê herkesî ve jî hatine bihîstin. Ligel balkişandina kirina çalakiyan ya li cihê bajarê ku herî pir tên parastin û herî pir sixlet in, ji alîyê dewleta Tirkî heta niha tu daxûyanî nehat kirin. Ji bo nekirina mijara nûçeyan ya çalakiyan ji alîyê nûnerên dewleta dagirkera Tirkîyê ve medya hat tehdît kirin. Li gel vê medyaya Tirkî jî xwe kir nav ker û korîyekê.
Çalakîyê Şehîd Soro Farqîn û Şehîd Şervanê Partîzan girtin ser xwe.
Çalakî yên qewimîn wiha ne:
* Çalakî bi avêtina teqemenîya destan ya ber bi lojmanên tîmên taybet ên li taxa Mescîdê diman ve rû da. Dengê teqînê li derdorên navçeyê hat bihîstin. Piştî teqînê ji alîyê polêsên ku li cihê qewimîna bûyerê bûn ve ber bi jor demek dirêj gule hatin berdan.
* Li alaya leşkerî ya aîdê ordîya Tirkan ya dagirker ya li Taxa Ferîdûne ve saet derdora 20:30’an de çalakîyek çekbazî hate kirin. Di çalakiyê de hat dîyar kirin ku kepirek nobedaran bêkênc hatiye xistin û leşkerek Tirkî dagirker hatîye birîndar kirin.
* Çalakîyek bi bombeya deng li ser Joh û pohên ku li taxa Tekelê dimînin hatîye kirin. Hat ragihandin ku çalakî, ji bo bibîranîna Zulkuf Gezenê ku ji bo rakirina tecrîdê ya ji ser pêşengê gelan Abdullah Ocalan rabe xwe fida kir hatîye kirin.
* Li taxa Ferîdon çalakiyek bi bombeyên deng û teqemenîyên destan ser lojmanên ku dozger û dadger tê de rûdinên ve hat li dar xistin. Encamên derbarê çalakiyê de nehatin eşkere kirin lê teqînê deng da hemû navçeyê. Piştî teqînê hemû rêyên taxê ji alîyê polêsên Tirkên dagirker ve hatin girtin. Hat veguhastin ku welatîyên dixwazin biçin taxê ji alîyê polêsên tirk ve ji GBTê tên derbaskirin û wisa destûr tê dayîn.
* Ber bi gerîdeya bi zirxa polisên ku li taxa Ferîdon pagerê dikin ve çalakîyek bi bombeya deng hat kirin. Di vê çalakiyê de bi teqîna tekelê wê yê pêşîn maşînê hin zîyan çêbûn.