Li navçeyên Wanê Artemêtan û Tuşba ciwanan bi fîşekên hewayî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir.
WAN – Ji bo pîrozkirina 70’ê saliya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ciwanên Wanê daketin qadan û bi teqandina fîşekên hewayî rojê pîrozkirin.
Artemêtan
Li navçeya Artemêtan endamên tima şehîd Zanin bi posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û yê berxwedanvana grevên birçîbûnê Leyla Guven ku 148 rojin çalakiya xwe didomine daketin qadan û agir dadan. Ciwanan bi teqandina fîşekên hewayî pîrozbahiya xwe bi dawî kir.
Tuşba
Li navçeya Tuşba jî ciwan bi posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û avêtina sloganan daketin qadan û meşiyan. Bi sloganên “Bijî Serok APO” û “Leyla Guven rumeta me ye” û teqandina fîşekên hewayî 4’ê Nîsanê pîroz kir û berxwedanvanên grevên birçîbûnê silav kir.