Dadgeha Fransayê cezayê qedexeya 2 sala ketina Fransayê li Ciwanên Kurd birî ku di çalakiya li ber CPT de hebûn.
STRASBOURG – Ciwanên Kurd li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê li ber CPT çalakî pêk anîn. Piştî çalakiyê 17 Ciwanên Kurd hatin binçavkirin. Ciwanên ku hatibûn binçavkirin îro derketin dadgehê.
DADGEH CEZA LI CIWANAN BIRÎ
Ciwanên ku di çalakiya li ber CPT de amadebûn û ji derveyî Fransa hatibûn, dadgeh cezayê neketina Fransayê ji bo 2 salan li wan birî. Cezayê ku li ciwanan hate birîn di navbera 6 mehan û heta 2 salan ji hev cuda ne. Ger ciwan ji îro û peyve derbasî Fransa bibin wê wek sûc bê hesibandin. Bi vî awayî dadgehkirina ciwanên ku ji Elmanya û Swîsrê tevlî çalakiyê bibûn li wan welatan jî dikare pêk were.
Ciwanên ku ji dadgehê derketin li ber avahiya wê 4’ê Nîsanê bi gerandina govendan pîroz kir. Ciwanan balonê bi weneyên Rêberê gelan Abdullah Ocalan firandin.