Ciwanên Kerkûk û Silêmanî Kurdistan Rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi daliqandina pankart û teqandina fîşekên hewayî pîroz kirin.
KERKÛK/SILÊMANÎ – Endamên Ciwanên Şoreşger li Başûrê Kurdistan Rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir. Li bajarên Kerkûk û Silêmanî endamên Ciwanên Şoreşger bi teqandina fîşekên hewayî rojê pîroz kirin.
Li Kerkûkê ciwanan li ser pirên serekê yên bajar pankart bi nivîsa “4’ê Nîsanê pîroz be” daliqandin û fîşekên hewayî teqandin. Li bajarê Silêmanî jî ciwanan rojbûna Rêberê Gelan li navenda bajar bi teqandina fîşekên hewayî pîroz kirin.
Di pîrozbahiyan de sloganên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hati avêtin.