Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir di roja 149’emîn de dewam dike.
AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan dest pê kir, di roja 149’emîn de dewam dike.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir di roja 149’emîn de dewam dike.
ÇALAKIYA DI GIRTÎGEHAN DE BERDEWAM DIKE
Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 136’an de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 110’emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 111 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 36’emîn de didome.
ÇALAKIYA LI AVAHIYA HDP’Ê BERDEWAM DIKE
Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 91 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 81, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 89 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 38 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ LI QADA NAVNETEWÎ DIDOME
Çalakiya Yusuf Îba li Torontoyê 84 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 83 roj, Husên Yildiz 78 roj, Hasbî Çakici 77 roj in di greva birçîbûnê didomînin. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 76 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 72 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 67 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 62 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 45 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 20 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 40 roj, Şeyma Ednan 32 roj û Gulebax Celal 17 roj in di greva birçîbûnê de ye.