Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê: “Em ji hemû malbat û gelê xwe yê birûmet dikin ku deng bidin vê meşa me ya azadiyê.”
ÎZMÎR – Komek girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê di greva birçîbûnê dene, bi navbeynkariya malbatên xwe ev peyam şandin: “Em ji hemû malbat û gelê xwe yê birûmet dikin ku deng bidin vê meşa me ya azadiyê.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya di 1’ê Adarê de li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan destpê kir, bi biryardarî dewam dike. Girtiyên siyasî Mehmet Yavûz, Cengîz Dogan û Abdulbarî Yildirim ên li qawîşa A-3 ya Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê di greva birçîbûnê dene, bi navbeynkariya malbatên xwe peyam ji raya giştî re şandin.
Girtiyên di greva birçîbûnê de, di peyama xwe ya 4’ê Nîsanê de, ev bang kirin:
“Em weke xwendekar û fedaiyên Rêber Apo, pir keyfxweş, bi hizûr û bi moralin. Ji ber ku gav bi gav em nêzî azadiyê dibin. Kes nikare me ji vê meşa me ya azadiyê dûr bixe. Ev berxwedana me ya pîroz encex bi dengê bilind, biheybet û gotinê dilgerim ên Rêbertiya me bi encam bibe. Bila qet gumana kesê nebe, heta ku em vî dengî nebihîsin, emê meşa xwe ya azadiyê bê şik û guman berdewam bikin. Hevalên me Mehmet Dûrak, Nîhat Ekmez, Ramanzan Atabey, Yakûp Guneş û Tanjû Yildirim ên di 26’ê Kanûna 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kirin, ji bilî kîlo dayînê, moral û coşa wan bilinde. Em ji hemû malbat û gelê xwe yê birûmet dikin ku deng bidin vê meşa me ya azadiya pîroz.”