HPG’ê ragihand, balafirên şer ên artêşa Tirk roja 4’ê Nîsanê bombe li herêmên Zap û Garê barandiye. Li gorî daxuyaniyê, ji ber bomberdûmanê zerar negihiştiye hêzên gerîla.
BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “4’ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa tc a dagirker, saet navbera 08:00-08:30 qada Kinyanişê ya herêma Zapê, saet navbera 12:00-12:30 jî qada Çiravê ya herêma Garê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin. Bomberdûmanê zerar negihand hêzên me.”