Girtiyê bi navê Mahsûm Pamay ê 22 salî ku li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xarpêtê dima, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi çalakiyeke fedayî pêk anî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ku hatine standin girtiyê siyasî Mahsûm Pamay ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bişkine çalakiya fedayî pêk anî.
Rêveberiya girtîgehê li malbata Pamay geriya û rewş ji wan re vegot. Hate gotin Pamay ji Cizîrê ya Şirnexê ye.
Hate gotin Pamay Duşemê dema ku bi telefonê bi malbatê re axiviye, ji dayika xwe re gotiye, zexta li ser wan zêde bûye.
Ji 20’ê Sibatê û vir ve 7 jê girtiyê siyasî 8 kes di çalakiya dijî tecrîdê de şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker dest li ser cenazeyên girtiyê siyasî danî, tenê hişt ku ji malbatê çend kes tevlî merasîma cenaze bibin.