Bi dirûşma “Bi rihê 4’ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi serok Apo re azad bijîn” bi sedan ciwanên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin, ji bo rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist.
ŞEHBA – Di şahiya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê lidar xist de, bi sedan ciwanên Efrînê yên li navçe û gundên kantona Şehbayê dimînin, beşdar bûn.
Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pankartên li ser nivîsa “Bi rihê 4’ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi serok Apo re azad bijîn” daliqandibûn.
Di şahiyê de, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Reşîd Silêman axivî û rojbûna Ocalan li hemû gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd taybet pîroz kir. Reşîd got: “Rojbûna rêber Ocalan rojbûna hemû gelan e, ew rêberê ku bi fikr û felsefeya xwe milyonan kes ji zilmê rizgar kirin.”
Endama Yekitiya Xwendekarên Demokratîk Enehîta Bekir axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana grevên birçîbûnê silav kir.
Paşê Koma Çiyayê Efrînê, Koma Şehîd Hîva ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn, Koma Çiyayê Hawar û xwendekarên Dibistana Şehîd Hawar gelek stran pêşkêş kirin.