Malbatê çalakvanê greva birçîbûnê ya Berlinê Cemal Kobanê, behsa sedema ku ew biriye vê berxwedanê dikin û dibêjin “Cemal her tim ji me re digot; ‘Ger Serokatî nebe, jiyana ku heyî tune ye. Ger Rêberê me di zindanê de be em 40 mîlyon Kurd jî di zindanê de ne.”
KOBANÊ – Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê a ku di pêşengiya Leyla Guven de de destpêkir û pêl bi pêl belavê tevahî cihanê bû didom e. Yek ji van cihan jî bajarê Elmanya Berlinê ye. Li Berlinê welatparêzê Kurd ê bi navê Cemal Kobanê ev 67 rojin bi 3 hevalên xwe yên din di nava berxwedanê de ne û greva birçîbûnê didomînin.
Malbata Cemal Kobanê ya ku niha jî li Kobanê jiyan dikin, behsa jiyana Cemal dikin û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedêran diyar dikin. Di dema serdanê me yê malbatê de em dibînin ku ev malbat ji destpêkê ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derbasî Kobanê dibe ve bi Apogeran di nav têkîliyê de ne. Gelek endamên malbatê bi Rêberê Gelan re maye û hinek ji wan jî di kampa Bekayê ya Lubnanê de li gel Rêberê Gelan perwerde dîtin e. Girêdanbûna Cemal Kobanê bi Rêberê Gelan jî ji vir tê.
Jiyana Cemal Kobanê her berxwedan bû
Jiyana Cemal Kobanê ji destpêkê ve jiyanekî berxwedanê ye. Li gor pismamê Cemal, Mahmut vedibêje di destpêka Şoreşa Rojava ve Cemal di nav şoreşê de cihê xwe digre. Hê ji avabûna YXK’ê ku wek xebatên destpêkê yê Şoreşê tê zanîn de cihê xwe digire. Piştê xebatên YXK’ê Cemal di nav avabûna Cephet El Ekrad de cihê xwe digire. Demekî di nav xebatên wî de dimîne. Piştre ku YPG ava dibe derbasî YPG’ê dibe û wek lojîstîkê dixebite. Her tim diçe Efrîn’ê û di navbera herêma Firatê û Efrînê de karê lojîstikê dike.
Cemal dîl dikeve destê çeteyên Daîş’ê
Berxwêder Cemal Kobanê heya 2015-2016’an ev karê xwe didomîne. Ji ber ku malbatê Cemal welatparêzek ku bi Rêberê Gelan re mayî ye çeteyên Daîş’ê di sala 2015’an de li Minbîcê wî digirin û demek şunde wî dibin zindana El-Bab’ê. Cemal ji zindana çeteyan bi 91 kesan ve firar dike. Ji wan 60 kes dîsa tên girtin. Lê Cemal bi pismamê xwe re xwe xilas dike û derbasî Bakurê Kurdistanê dibin. Ji wir jî derbasî Elmanya dibin.
Cemal Kobanê girêdayî xeta Rêberê Gelan e
Pismamê Cemal, behsa sedema biryara wî ya berxwedanê dike û dibêje “Cemal xwedî baweriya xeta Rêberê Gelan e. Xwediyê xeta şehîdan e. Ji ber vê jî her tim ji me re digot; ‘Ger Serokatî nebe, jiyana ku heyî tune ye. Dema ku Rêberê me di zindanê de be em jî 40 mîlyon Kurd di zindanê de ne.”
Bi van sedeman Cemal Kobanê dikeve greva birçîbûnê, greva berxwedanê. Piştê ku Leyla Guven berxwedan da destpêkirin, ruxmê ku zewiciye, zarokên wî hene ev biryarê digire û dikeve greva birçîbûnê. Ji ber ku jiyanek bê Rêberê Gelan jiyan nabîne, û dibêje “jiyanek bê Serokatî, zarokê me jî, axa me jî ne girînge” dest bi vê berxwedanê dike.
Cemal Kobanê li dijî dîlgirtina 20 sal ê Rêberê Gelan dest bi berxwedanê dike
Xwarzê Cemal Kobanê bi navê Serhildan a ku di nav Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê de wek şervanek jin cih digre jî sedema berxwedana greva birçîbûnê yê xalê xwe wiha pênase dike û dibêje “xalê min Cemal li dijî tecrîdê, li dijî dîlgirtina 20 sal a Rêbertî ket vê grevê. Em berxwedanê wan silav dikin. Dîsa berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevalên din silav dikin.”
Malbata Cemal Kobanê bi van hestan jiyana Cemal pênase dikin û dibêjin em ê her tim li pêy berxwedanê wan bibin û bang li hemû ciwan û jinan dikin ku ew jî xwediyê vê berxwedanê derkevin.
Piştî serdanê me Malbata Cemal Kobanê bi rêya telefonê bi dîmen bi Cemal re axîvin. Malbat bi berxwedêr Şiyar Xelîl, Mele Mustafa jî axivîn. Di axaftina berxwêderan de ji moral û coşa wan hat ditîn ku ev berxwedana bi dehan rojan çawa didom e.