Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Silêmanî pîrozbahiyek ji milê Jinên Gencanî Têkoşer, Gencanî Welatparêz, RJAK, û Tevgera Azadî ve hate organîze kirin.
SILÊMANÎ – Li gundê Dar Berû ya girêdayî bajarê Silêmanî bi pêşengiya ciwanan rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate pîroz kirin. Ev pîrozbahî ji milê Jinên Gencanî Têkoşer, Gencanî Welatparêz, RJAK, û Tevgera Azadî ve hate organîze kirin.
Endamên Jinên Gencanî Têkoşer û Gencanî Welatparêz 4’ê Nîsanê bi çandina şitleyan û daran da destpê kirin.
Li ser navê Jinên Gencanî Têkoşer Bîta Çiyako ji ajansa me re axivî û wiha got: “Destpêkê de ez 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li tevahî gelê Kurd û tevahî cihanê pîroz dikim. Em bi wesîleya îro daran diçînin. Armanca me ew ê ku em bi çandina wan şitleyan û daran xwezayê ji bo mîrovahiyê mayinde bikin û jiyanê xweştir bikin. ”
Der barê 4’ê Nîsanê û pîrozbahiyê de endamê Gencanî Welatparêz Aras Gulzar jî ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ez rojbûna Rêber APO pîroz dikim. Me îro bi wesîleya rojbûna Serok û ji ber felsefeya wî ya ekolojîst daran çand. Ev wek dijberiyek li dijî sîstema kapîtalîst e. Kapîtalîzm bi qirêjiya xwe xwezayê xera dike, em jî bi felsefeya Rêber APO jiyan jinûve ava dikin.”
Pîrozbahî bi stranên şoreşgerî li aliyê koma şehid Serhed û bi gerandina govendê bi dawî bû.
NC-BAHOZ CUDÎ