“Di ser hilbijartinên herêmî yên li Tirkiye û Kurdistanê re çend roj derbas bûne. Niha gelek derdor bi gelek rêbaz û awayên cuda encamên hilbijartinan dinirxînin. Lê partiyên desthilatdar ên li Tirkiyeyê niha encamên hilbijartinê nanirxînin, ew xerîkî diziya şaredar û şaredariyan in. Wek ku ewqas zext û dijwarî yên beriya hilbijartinê ne wan pêk anîbin, ew niha jî dixwazin deng û îradeya xelkê ya ku li dijî wan pêk hatiye, qebûl nekin; bi dek û dolabên Osmaniyan talankirina xwe ya şaredariyan dewam bikin. Lê bawer dikim çawa xeyalên pêkanîna Sultantiyê di vê serdemê de zehmet be, her wisa jî, ew ê veşartina rastiyan jî êdî ne bi wê radeyê zehmet be.
Wek di hemû hilbijartinan de dibe, hinek alî bi serketina xwe şa dibin û hinek alî jî ji ber binketina xwe xemgîn dibin. Bêguman bi qasî aliyên binketî divê aliyê serketî jî li ser sedemên serketina xwe lêkolînan bikin û encamên baş û bi sûd jê derînin. Dema vê nekin di hilbijartina yekem a bê de, tahliya binketinê wê bibe para wan. Jixwe, hinekî xweşiya demokrasiyê jî ev e ku tembelî û xwedubarekirinan naxwaze. Gel dixwaze polîtîkayên ku berjewendiyên wan esas digirin pêk bên.
Gerçî em hinekî behsa demokrasiyên bipêşketî dikin ku partiyên siyasî zêde nikarin destêwerdanan di hilbijartinan de bikin, lê dîsa jî, ev pîvanên bingehîn û gerdûnî ne. Heger em ji vê awirê ve li vê hilbijartina cihî yên 2019´an ên li Turkiyeyê binêrin, em ê bibînin ku hilbijartineke heta dawî di nava atmostefereke şer, tehdît, bîkaranîna dîn û îmanê, agirpêdanên hestên neteweyî; wek ku Tirkiye dewletek be ku hê nû ji şer derketiye, û hema bêje hemû dewletên dinyayê devê xwe vekirine ha Tirkiye daqurtandin ha daqurtandin… Atmosfera ku AKP û MHP´ê di hilbijartinan de afirand, ev bû. Vê rojeva çêkirî cîh girt negirt; encam xweş diyar dikin ku negirtiye û agirê wan avêtiyê devdeling û dawa wan.
Ji aliyekî din ve jî, gelo hewce bû, ku Erdogan bi vî awayî xwe li mêzênê bida? Jixwe te hilbijartinek qenc xerab kar kiribû. Besî te bû. Lê te çikir? Te wek tu dê bibî şaredarê hemû bajarên welêt, te zend û bend vedan, lê zend û bendên te qetiyan û di destê te de man.
Ya rast ew bû ku hilbijartinên cihî wek hilbijartinên cihî bimana. Rast e ku hilbijartinên cihî ji bo me Kurdan gelek girîng in; ji ber ku dewletê hemû rêyên xwebirêvebirinê di asta welêt de li ber me girtine. Wek ev zilm ne besî wê be, dilê we pê rehet nebûbe, dewletê ango AKP´ê bi çavsoriyeke ku ciyê wê di nava demokrasiya herî jihevkatî de jî tune be; hemû ew şaredariyên ku gelê me bi zor û zehmetiyan bi awayekî demokratîk bi dest xistibûn jî ji me stendin. Kurdistaniyên li metropolan dijîn jî, ev neheqiya wan baş anîn bîra wan. Heger hûn jiyanê bi awayekî militarîst û kayyumçiyan li warên wan, li wan biherimînin, ew ê jî bi dengê xwe yê demokratîk piştê li we bişkînin. Îca ji niha û pêde yan hûn ê li himberî îradeya gelê kurd bi rêz bin û yan jî hûn ê bi vê lezê serserkî herin koncalê.
Ez baş dizanim ku gelê Kurd ne bi dilê xwe dengê xwe da CHP´ê û kir ku ew serketineke wisa bi dest bîne ku wê di xewna xwe de jî nedidît. Bila CHP rabe rûne û ji Kurdistaniyên li metropolan re dua bike. Ji niha û pê ve jî ne di bin tesîra dînozorên xwe yên dîndujminên Kurdan de tevbigere û dev ji wan polîtîkayên xwe yên demên berê berde. Gerçî ber didin ber nadin, ew dizanin lê tiştek zelal bûye êdî; guhê partiyên Tirkan di destê Kurdan de ye. Kişandina wê ji bo wan ne zehmet e.
Loma jî heman hişyarîyên ku me li jor ji bo dewletçiyên nû kir, ji bo CHP´a dewletçiya klasîk jî lê ne. Ji niha û pê ve, divê ev partî dev ji refleksên xwe yên dijminatiya gelê Kurd berde. Di vê hilbijartinê de baş diyar bû ku gelê Kurd gelekî xwedî zanebûna nasnameya Kurdî ye û kesên ku gefan li Kurdan bixwin ew ê jar bibin û şansê wan ê dewamkirina desthilatdariyê nîne.
Lê li aliyê din jî, di vê hilbijartinê de hejmara şaredariyên me li welêt kêm bûye. Bi taybetî jî li bajarok û navçeyan bi qasî min şopand. HDP divê li ser sedemên kêmbûna deng û şaredariyan cidî serê xwe biêşîne. Yek bi yek rahêje hemû navçe û herêman û li ser sedemên hundirîn rawest e. Ez dibêjim sedemên hundirîn ango yên rêxistinbûnê bi baweriya min di kêmbûna şaredariyan de xwedî rol e.”
ÇAVKANÎ: YENİ ÖZGÜR POLİTİKA – Serkan BIRÛSK