Ciwanên Şoreşger yên Başûrê Kurdistanê 4’ê Nîsanê li Cemcemal, Kelar û Ranya pîroz kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Kelarê ciwanan li ser pira destpêka ketina bajarê pankartek daliqandin. Li ser pankartê weneyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi nivîsa “4’ê Nîsanê pîroz be” hatibû nivîsandin.
Ciwanan li bajarê Cemcemal jî bi teqandina fîşekên hêwayî û avêtina sloganên wek ”Bijî Serok APO” pankartek bi nivîsa “4’ê Nîsanê pîroz be” daliqandin.
Ciwanên li Ranya ku girêdayî Silêmanî ye bi daliqandina pankartê 4’ê Nîsanê pîroz kir.