Li Amedê Xwendekaran Zanîngeha Dîcleyê rojnamegerên hatine qetikirin bibîr anî.
AMED – Endamên DO-DER’ê bi wesîleya Roja Rojnamegerên Hatin Qetilkirin bi pêşandan fîlm, sînevziyon û xwendina kurtejiyana rojnamegeran ên ji sala 1909’an heta niha bîranîn lidarxistin.
Xwendekarên endamên Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Dîcleyê (DO-DER) bi minasebeta Roja Rojnamegerên Hatin Qetilkirin, li avahiya komeleyê ya li Semta Ofîsa Amedê bi pêşandana fîlm, sînevziyon û xwendina kurtejiyana rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Xwendekarên li avahiya komeleyê kom bûn ji bo bîranîna rojnamegerên hatin qetikirin rêz girtin.
Piştî rêzgirtinê xwendekaran fîlmê “Press” ku jiyana rojnamegerên kurd ên di salên 1990’î de li bajarên herêmê hatin kuştin vedibêje nîşan dan. Piştî pêşandan fîlmê, sînevziyona jiyana rojnamegeran vedibêje jî hat nîşandan û metnên behsa kurtejiyana rojnamegeran dikirin hat xwendin. Xwendekaran piştî çalakiya li avahiya xwe çûn Goristana Yenîkoyê ziyareta gora rojnameger Mazlum Erencî yê di sala 2011’an de li Dersimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da kirin. Balkêş bû ku ji ber çalakiya xwendekaran gellek polîsan bi maşîneyên zirxî derdora avahiya komeleyê dorpêç kirin.