Li navçeya Erdîşê ya Wanê, Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Recep Onal û ciwanên bi navê Mekan Beeder û Hakan Bozdag ên hatin binçavkirin, rastî îşkenceyê hatin.
WAN – Li Erdîşê polîsên dagirker yên tîmên taybet, Rêveberê DBP’ê yê Navçeyê Recep Onal, ciwanên binavê Maken Beder û Hakan Bozdag binçav kirin û piştre îşkence kirin. 3 ciwanên li ser canê wan şopên îşkenceyê heyîn, piştî li ewlekariyê rewşa wan xerab bû, rakirin nexweşxanê.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê, Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Recep Onal û ciwanên bi navê Mekan Beeder û Hakan Bozdag ên hatin binçavkirin, rastî îşkenceyê hatin. 3 kesên duh piştî nîvro çûn ber pervanên golê û wêne kişandin, ji aliyê polîsên dagirker yên tîmên teybet ve bi hinceta “We wêneyê qada hêzên taybet kişandin” hatin binçavkirin û li avahiya aîdê hêzên taybet rastî îşkenceyê hatin. 3 ciwanên li ser beden û rûyên wan şopên îşkenceyê heyîn, piştî ku wan dibin Midûriyeta Polîsên dagirker di vereşin û li ser hişê xwe diçin. Li ser vê yekê wan du caran radikin nexwexanê.
ROJNAMEGERÊ NÛÇE PARVEKIR BINÇAV KIRIN
Rêveberê sîteya habererciş.com Sercan Akbaş ê nûçeya binçavkirina 3 kesên rastî îşkenceyê hatin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) girt û parve kir, di saetên şevê de bi ser mala wî de hat girtin û bi hinceta “Gel teşwîqî kîn û dijminantiyê dike” hat binçavkirin.