Li Silopiyayê Rêvebera DBP’ê ya Silopiyayê Cemile Alyanak hat binçavkirin û bi vê yekê kesên ku hatin binçavkirin hejmara wan gihaşt 4’an.
ŞIRNEX – Li Silopiyayê Rêvebera DBP’ê ya Silopiyayê Cemile Alyanak hat binçavkirin û bi vê yekê kesên ku hatin binçavkirin hejmara wan gihaşt 4’an. Hevseroka HDP’ê ya Silopiyayê Fatma Gunduz, Dayika Aştiyê Emine Ozer û Dayika Pakize Nayir, Behiye Nayir bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” di encama serdergirtina malên wan de, hatibûn binçavkirin. Hat hînbûn ku li Silopiyayê Rêvebera DBP’ê ya Silopiyayê Cemile Alyanak jî hat binçavkirin.
Li gor agahiyên ji parêzeran hatin girtin, ji ber dîmenên pîrozbahiya 4’ê Nîsanê hatine binçavkirin û ne diyare ku dê kengî îfadeya wan bê girtin. 4 jinên ku hatine binçavkirin li muduriyeta emniyetê tên girtin.