Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî çeteyên dewleta Tirk ên di 5’ê Nîsanê de daxuyaniyek da. HRE’yê daxuyand ku di çalakiyên wan de 7 çete hatine kuştin û 6 çete jî birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî encamêb çalakkuên xwe yên 5’ê Nîsanê eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 3 çalakiyan de bi giştî 7 çete hatine kuştin û 6 çete jî birîndar bûne. Her wiha erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî hate rûxandin.
Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
”Şervanên me li Efrînê û derdorê wê çalakiyên xwe yên bibandor li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker didomînin. Di vê çarçoveyê de di dîroka 5’ê Nîsanê de li dijî dagirkeran çalakiyên bibandor ên hemwext hatin lidarxistin.
1. Di 5’ê Nîsanê de şervanên me li ser rêya di navbera gundên Kîmarê û Beradê ya girêdayî navçeya Şêrawa li dijî seyareyeke leşkerî ku terorîstên koma bi navê Abdullah Helawê ya girêdayî koma Firqet El-Hemzat tê de bûn, çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Her wiha seyare bi temamî hat rûxandin. Piştî çalakiyê komek çete dema dixwest kuştî û birîndarên xwe rakin, bûn hedefa şervanên me. Li vir jî çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
2. Di 5’ê Nîsanê de şervanên me li ser baregehek koma çete ya bi navê Firqet El-Hemzat ya li gundê Beradê yê navçeya Şêrawa çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
3. Di 5’ê Nîsanê de şervanên me çeteyekî girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Til Malid ê bi ser bajarokê Mare ve, hedef girt. Di encama çalakiya sekvaniyê de ev çete hat kuştin.
Di encama çalakiyên şervanên me de 7 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn. Her wiha seyareyeke leşkerî jî hat rûxandin.”