Zanista Li Dora Jinê Were Pêşdebirin, Wê Bibe Esasê Gavavêtineke Destpêkê Ber Bi Sosyolojiyeke-Zanista Civakî Ya Rast ve.
ABDULLAH ÖCALAN
Dîroka koletiya jinê hê jî nehatiya nivîsandin. Dîroka azadiyê jî li bendê ye ku bê nivîsandin. Dîroka koletiya jinê elbet di çanda Rojhilata Navîn de veşartî ye. Ji ber vê derketina wê jî dê li ser vê axê be. Lê eşkere ye ku wê ne bi şêwazê mêr be. Jineolojî dikare bibe derketineke bingehîn. Qesda min bi riya jineolojî dikare rastiya jin di civakê de ji hebûneke cinsî zêdetir, di tevayî aliyên fîzîkî, ruhî, şeklî û cewherî de jî lêkolîn bike û bi vê yekê ve dikare derfetên azadiyê û yê ronîkirinê pêşkêş bike. Bi vê paradîgmayê jî ne tenê qada zanista pozîtîf-maddî ku bi pardîgmeya mêr ve hatiye pêşxistin de, her wiha qadên olî, hunerî û felsefîk jî bide lêkolînkirin.
Tevahiya serdem girtina dest dibe pêşketina heqîqetê û maneya civakî. Ev jî cewherê zanista civakî ye. Bi rêyên mîtolojîk, dînî, felsefî, hunerî û zanistî xwe îfadekirin re em dikarin bibêjin lêkolîna heqîqetê. Tê gotin em di dema herî bi hêz a zanist û ragihadinê de ne. Lê tevî vê pêşketina awarte ya zanistê, gelekî eşkereye ku zanist hê jî nikare jiyan û çarçoveya wê ya civakî terîf bike. Naxwe divê mirov bipirse: zanista çi û zanist ji bo kê?
Lê di rastî de pêkhateya zanista di serdema neolîtîkê de cûda bû. Zanîna jinê ya li ser nebatan, belkî jî esasê biyolojî û bijîşkiyê (tibbê) bû. Wekî din, çavdêriyên wê yên li ser demsalan û mehan, hesab derdixist holê. Dikare pir bi hêsanî were şîrovekirin ku pratîkên jiyanê yên bi hezaran salan ên komcivakên çandinî û gundan, xezîneyeke mezin a zanînê (agahiyê) derxistiye holê. Lê heyama şaristaniyê ev zanîn komî ser hev kir û ew kir parçeyekî desthilatiyê. Kapîtalîzmê zanist pêşde nebir, bi kar anî. Jiyaneke manedar bi dawî kir. Qutkirina bingehîn a zanist ji civakê û bi taybetî ji jinê, dihat wateya qutkirina her wiha girêdana wê ya bi jiyanê û jîngehê re jî.
Ji vir encama divê em derxin ew e ku zanist hewcedarê şîroveyeke nû ya maneyê ye. Zanist hewcedariya xwe bi şoreşeke nû ya paradîgmatîk heye. Neçar e ku zanista were pêşxistin, berî her tiştî weke “zanista civakî” were rêkûpêk kirin. Divê zanista civakî, weka meleka ya dayîk a tevahiya zanistan, were pejirandin.
Dîroka şaristaniyê, di heman demê de dîroka wendakirin û wendabûna jinê ye. Lewre, wendakirin û wendabûna jinê, bi navê civakê, ketin û wendakirina mezin e. Diviyabû
serwextbûna li tevahiya naverok û şêweyên asta koletiyê ya ku bi hezarê salan bi aqil û destê mêrê mêtinkar û zordest ketiye jiyana jinê, bibûya gava pêşî ya sosyolojiya rastiyan. Sosyolojiyê di dawiya riba sedsala 20. de hindik be jî li ser mijara jinê hewlda hin lêkolînan bike. Ev noqte bi xwe jî, di serî de ilmên civakî, karektera cinsiyetparêz a hemû ilman nîşan dide. Ilim cinsiyetparêz e.
Eger mijar, pirsgirêk û tevgerên jinan di zanistên civakî de hema hema di radeya nîne de ne, berpirsyarên bingehîn ên vê yekê hişmendiya serwer û pêkhateyên çanda madî yên şaristanî û modernîteyê ne. Divê jin wek kurtasiya sîstemê were dîtin û wisa were analîzkirin. Ji bo koletiya etnîk, netew û çînî rast were fêmkirin, hewce ye jin rast were tarîfkirin. Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire. Rêbazeke lêkolînê ya ji rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne. Mirov pirsgirêka civakî bi diyardeya jinê analîz bike û bi heman diyardeyê li çareseriyê bigere, rêbazeke rast e. Eger mirov şoreşa jinê ku çareseriya dayikan e, li ser dayika pirsgirêkan ferz bike, hingê dikare gav bi gav bigihîje heqîqetê. Divê jin mîtolojî, felsefe, dîn û zanistê ji nû ve li gor xwe di ber çavan re derbas bike, bi mejiyê xwe yê xweser û azad şîrove bike û bixe pratîkê.
Ta ku xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê weke ne ronîbûyî bimîne. Ronîbûyîna rastîn û berfireh a xwezaya civakî gengaz e encax bi ronîbûyîna berfireh û rasteqîn a xwezaya jinê pêk bê. Zelalkirina şûngeha jinê, ji dîroka mêtingehbûna wê heya mêtingehbûna wê ya aborî, civakî, siyasî û zîhni wê tevkariyeke mezin bike. Bêguman, zelalbûyîna statuya jinê tenê aliyekî mijarê ye. Aliyekî hîn girîngtir, bi pirsgirêka rizgarbûna wê re têkildar e. Bi gotineke din, çareseriya pirsgirêkê zêdetir girîng e. Lêkolînkirina jinê, weke kombûna têkiliyên civakî, ji ber vê sedemê, ne tenê watedar e, lê ji bo derbaskirina (tehlîlkirina) girêkên kûr ên civakî jî, pir girîng e. Pêwîst dike ku mirov hewldanên mezin ên rewşenbîrî pêş bixe û zilamtiya serwer birûxîne. Her wiha pêwîst e mirov di eniya jinê de jî, ew jina ku hema hema ji xwe re kiriye şêwaza heyînê û di rastî de weke civakî hatiye avakirin, tehlîl bike û ewqas jî birûxîne.
Hemû têkiliyên ku newekheviyan, koletiyan, desthilatiyan, faşîzmê û mîllîyetperestiyê têr dike û di nava xwe de digire têkiliyên di navbera jin û zilam de ne. Hemû pirsgirêk çavkaniyên xwe ji vir digirin. Li ser navê jiyanê gava pêşî ya em biavêjin nava civaka mirov, divê di der barê Hevjiyana Azad de be. Tu qada jiyanê bi qasî qada Hevjiyana Azad xwedî taybetiya bingehîn û diyarker nîne. Aborî û dewlet weke têkiliya bingehîn têne hesibandin û ev fikreke sabit a sosyolojiya modernîteyê ye. Di encamê de aborî jî û dewlet jî wesetên hevjiyanê ne. Nabe ku hevjiyan bikevin xizmeta aborî, dewlet û olê. Berevajî, divê dewlet, ol û aborî bikevin xizmeta hevjiyanê. Lewma ev rewşa berevajî xwe li tevahiya sosyolojiya modernîteyê gerandiye.
Li gorî vê vegotinê hemû qada ku divê pêşî bi zanistî mirov pê dakeve, qada hevjiyanê ye. Mîtolojiya serdema destpêkê ya gelekî hov tê dîtin û ol timî ji vê qadê dest pê dikin û ev bêsedem nîne, ji ber ku bi heqîqeta civakî re têkildar e. Hevjiyan, nexasim zanista li dora jinê were pêşdebirin, wê bibe gava pêşî ya ber bi sosyolojiya rast ve bê avêtin. Ne bi tenê weke zanist di sosyolojiyê de, divê di tevahiya qadên hunerî û felsefî de gava pêşî di van têkiliyan de bê avêtin. Jixwe hewce nake ku mirov bibêje, ol û exlaq weke şaxekî felsefeyê divê pêşî di vê qadê de gavê biavêjin.
Wê demê têgîna, ji femînîzmê jî wêdetir, ‘jîneolojî’(zanista li ser jinê), dibe ku armancê çêtir pêşwazî bike. Ya rastî femînîzm tevgereke civaka sivîl a girîng e û di bingehê xwe de ekoleke îdeolojîk e. Ji lewra jî hewce dike ku xwe li ser bingehê zanistî ava bike. Tevgera jinê, ku bi awayê wê yê nûjen, dîsa em dikarin kokên wê bispêrin Şoreşa Frensî, ku karibûye piştî çend qonaxan, heya roja me ya îro were. Di qonaxa yekemîn de li pey wekheviya hiqûqî hatiye bezin. Ev wekhevî, ku zêde wate dernabire, di roja me ya îro de hema bi belave hatiye bidestxistin. Lê, pêwîst e baş were zanîn ku naveroka wê vala ye. Jin di dîmen de bi qasî zilam wekhev û azad e. Lê di rastî de xapînokiya herî girîng di vê şêwaza wekhevî û azadiyê de veşartî ye. Her çend di hewldan û xebatên femînîstan de noqteyên girîng hebin jî, hê nikarin ji mejiyê demokrasiyên ku navenda wan Rojava ne, derbas bikin. Şêweyê jiyanê yê di bingeh de kapîtalîzm heye baş fêm nekirine. Lewra nikarin li dawiyê jî bihêlin.
Ji ber ku bingehekî xurt ê rêxistinî nîne, feslefeya xwe pêş de nebiriye û zehmetiyên mîlîtaniya jinê, îdîaya wê qels û lawaz dike. Kesayetên awarte nebin, milîtaniya jina azad zehmet e ku xwe bigihîne serketinê. Hin serketinên bêne bidestxistin jî wê bi êrîşên rojane û berfireh ên civaka cinsiyetparêz re bêne asîmîlekirin. Tevgera jinê ya ji bo azadî
wekhevî û demokratîk, spartî bi zanista jinê ku femînîzmê jî wergire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de rola sereke bilîze.
Jineolojî, piştevaniyê ji bo femînîzmê jî dike. Bêyî ku mirov qîma xwe bine bi rexneyên tevgerên jinan ên di paşeroja nêzik de, pêwîst e mirov giraniya xwe bide ser şaristanî û modernîteyê, ku jinê dane wendakirin. Rastiyên ku jîneolojî wan derxine ronahiyê, diyar e para rastiya ku di xwe de wergirin wê ne kêmtir be ji ya gelek qadên zanista yên beşên sosyolojî yên teolojî ( ilmê ilahiyata) , eskatolojî (ilmê ola) , polîtîkolojî, pedagojî ilmê zarokan û wekî vana. Bê nîqaş e ku jin weke hem fîzîkî û hem jî wate, beşa herî fireh a xwezaya civakî pêk tîne. Wê demê, çima vê parçeya xwezaya civakî, ku pir [ewqas] girîng e, nebe mijara zanistê? Sosyolojî, ku dabeş bûye heya li perwerde û terbiyeya zarokan weke pedagojî, jineolojiyê ava nekiriye; vê yekê nikare were ravekirin bi mijareke dîtir, jî bilî ku bi bêje û gotina zilamê serwer e.
Di rewşa ku zanista li ser jinê [jineolojî] pêş bikeve, wê bi zêdetirîn fêrkar bibe ku çareseriya pirsgirêkan bi mînakekê were ravekirin. Pêwîst e mirov têbigihîje ku xerîzeyên cînsî yek ji şêweyên sereke yên herî kevn ên fêrbûnê ya jiyanê ye. Bersivek e ji pêdiviya jiyanê ya xwe berdewamkirinê re ye. Intaca nerazîbûna li beremberî tirsa mirinê ye. Mirov wer dihesibînin ku bi pirbûnê xwe hebûna xwe isbat bikin. Ev redfaleke an bertekeke xweparastinê ye, lê bersiveke biyolojîk a herî paşverû ye. Li cem Kurdan ev refleksa parastinê heye. Ev rewş hem li cem Kurdan û hem jî di nava civaka Efrîqî de heye. Di bûyera berdewamkirina nîjad de hemû berpirsyarî li ser jinê ye û ev jî weke zanistî mijareke têgihîner e. Wê demê, yekemîn encama ku pêwîst e em ji vê bûyerê derxin, ew e ku jin di mijara hemû têkiliyên cinsî de teqez xwedî gotin be. Nêrîna zilam li mijara cînsî bêhtir çewt û bi rengekî bê berpirsyar e. Hemû têkiliyên ku li dora jinê tên ava kirin û honandin, di cewherê xwe de têkiliyên tehakûma siyasîne. Pergala kapîtalîst bi van têkiliyên tehakûmê cînsiyeta jin derdixe pêş û bi vî awayî êrîşa mezin ya li ser jinê pêşxistiye. Cînseltiyê hema hema weke serxweşiya serdemê bikar tîne. Bi vî awayî derba giran li civakê dixe. Jin bi vî awayî tê veguherandin. Dibe navenda anîna pir zarokan. Dibe bingeha heyîna biyolojîk û heyîna desthilatî û dewletê. Pir girîng e ku dîroka şaristanî û modernîteyê li ser bingeha vê rastiyê were tehlîlkirin û xwendin.
Em giraniya pirsgirêkê di hêla jinê de li aliyekî bihêlin. Ya ku bandorên xwe yên girantir li ser tevahiya xwezaya civakî û jîngeha ekolojik dide hîskirin pirsgirêka şênîyên zêde her wiha pirsgirêka hejmara ya zêde ya bi navê demografî (ilmê nifûsê) ye. Yek ji waneyên herî bingehîn ku pêwîst e jê bêne derxistin di hêla hem zanista jinê û hem hemû zanistên civakî de, ew rewş û rastî ye ku şêniya mirovan nikare bi rêbaza ‘fêrbûna ajoyî’ were berdewamkirin, mezinkirin û hin rewşên awarte ne têde, biçûk kirin. Ji bo min tişta girîng ne pirbûna biyolojîk e, hêla civakîbûyînê ye. Li qadên civakî, siyasî, çandî, aborî, yanî li her qadên jiyanê pirkirina civakîbûnê girîng e. Ji bo Kurdan jî ne hilberîneke biyolojîk a qeba, hilberîna îdeolojîk, siyasî, civakî girîng e. Pirbûna bê kontrol xweza û gerdûnê tune dike.
Li şûna ku jinek bibe ya we, bila hemû jin, li şûna ku zarokek bibe ya we bila hemû zarok bibin ê we. Gelek pirtûkên ku min nivîsandine hene. Ew pirtûk hem yên min in, hem jî yên civakê ne. Herkes biqasî ku dixwaze dikare fêde ji wan bigire. Bi qasî ku dixwazin dikarin fêde bidin. Heger behsa zurriyetê bê kirin, ew pirtûk jî zurriyeta min in. Ma çima hûn bi vî çavî jî li zêdebûnê mêze nakin? Di çareseriya pirsgirêka pirbûna nifûsê de divê berpirsiyariya bingehîn ya jinê be. Şertê vê ya yekem jî azadiya û wekheviya tam ya jinê ye. Mafê pêşxistina demokrasiyê ya tam e. Mafê biryar û vîna di derbarê cinsiyet û têkiliya de ye.
Wê bêhtir rast be ku zanista aborî jî weke perçeyek ji zanista jinê were pêşxistin. Derfetên xwedîkirinê yên li dora jinê pêş dikevin destpêka aboriyê ne. Xweza û jin di nava ahengeke lihevkirî de ne. Têgihîştineke ola xwezayî yê zindî bi dayika xwedavend tê sembolîzekirin. Beşekî mezin a amûrên madî yên hilberinê, vedîtinên jinê ne. Li ser çanda xwedîkirin û cilûbergan jî mohra jinê heye. Aborî hîn ji destpêkê ve şêweya xebateke civakî ye, ku têde jin rola serekîn dilîze. Bi ser de, wateya peyva aboriyê “zagona malê û rêsayên debirandina malê”ye. Eşkere ye ku ev jî, karê bingehîn ê jinê ye.
Rolgirtina jinê di navenda aboriyê de xusûsek e ku tê fêhmkirin. Ji ber ku zarokan tîne û wan xwedî dike. Ma jin ji aboriyê fêhm neke, kî wê fêhm bike! Bi giştî di dîroka şaristaniyê de, bi taybetî jî di modernîteya kapîtalîst de wexta jin li derve hat hiştin, aboriya ku zilamên tirtire herî zêde li ser lîstin, veguherî guloka pirsgirêkan. Piştî jinan di
serî de cotkar, ji yên bi aboriya rastî re têkildar şivan, zenaetkar û bazirganên biçûk jî ji aliyê amûrên yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê ve gav bi gav ji aboriyê hatin dûrxistin û bi temamî atmosfereke xenîmetê hat afirandin. Aborî ji destê jinê hatiye girtin û ji destê rayedarên wek axayekî, mîna selefxur, bazirgan, pere, sermayedar û desthilatî û dewletê re hat dayîn; ev yek bûye derbeya herî mezin li jiyana aborî.
Ilmê etîk û estetîk perçeyên ku ji ilmê jinê nayên qutkirinê ne. Jin, bi ser de, weke hêmana serekîn a civaka exlaqî û polîtîk, di ronahiya azadî, wekhevî û demokratîkbûnê de, di hêla etîk û estetîka jiyanê de, wê di hemû mijarên etîk û estetîk de, weke hêza hem raman û hem sepanê, vebûn û pêşketinên mezin bidest bixe. Girêdana jînê bi jiyanê re, li gorî ya zilam, pir berfirehtir e. Lewre, estetîk, ku tê wateya xweşik-kirina jiyanê, di hêla jinê de, mijareke hebûnewerî ye. Her wiha, berpirsyariya jinê di hêla etîk (teoriya exlaqî; estetîk=teoriya xweşikî) de jî, bêhtir berfireh e. Li gorî pêdiviya xwezaya jinê ye ku di hêla civaka exlaqî û polîtîk de zêdetir rasteqînî û berpirsyar tevbigere di warên nirxandin, destnîşankirin û biryarkirina aliyên baş û xirab ên perwerdeya mirovan; girîngiya jiyan û aştî; xirabî û saw/erjenga şer; her wiha pîvanên mafdarî û dadwerî.
Di eniya jinan de potansiyela wekhevî û azadiyê ku bûye kombûneke mezin bi nirxên nû ETÎK û ESTETÎKê ku hewl bidin tevli pêşketinên civakî ya demokratîk bibin dê xwedî îfadeyeke pir mezin be. Di vê hêlê de xitimînek heye. Çareserkirina wan û pratik-kirina wan xwedî girîngiyeke mezin e.
Hem ji bo civaka netewî hem jî ji bo pêşengtiya herêmî ev hewce ye. Bi jinê re jiyana demokratîk ku li ser bingehê wekhevî û azadiyê, jiyaneke bivê nevê ye. Lê ji bo vê exlaqê koletiyê ku pir bi kûr ve çûye û jirêderxistina kapîtalîzma modern divê bi exlaqê azadiyê (ETÎK) û bi jiyana xweşik (ESTETÎK) bê bihurandin. Bi jinê re (lewma bi mêr re) rast (zanist-jineolojî), bisernexistina jiyana baş (etîk- bi helwest û serwextbûna exlaqê nû) û xweşik (pîvanên estetîkê yên nû, jiyana azad) bi sernexistina arasteyîbûna civaka sosyalîst re yek e. Jiyan û îdeaya sosyalîzma civaka demokratîk ku bi şoreşa demokratîk a jinê re nehatibe temamkirin xwe xapandinek e. Jin nebe jiyan nabe. Azadî nebe etîk û estetîk nabe. Tevahiya jiyanê weke civakî û estetîk hûn ê destnîşan bikin. Jiyana aborî, jiyana civakî, jiyana estetîk hûn ê înşa bikin. Û bi vî awayî me zilamên hov sererast bikin.
Min têkiliya Etîk-Estetîkê bi civakê re bi sosyolojiya azadiyê re bi zêdehî pênase kir. Ya ku li ser we dimîne famkirina we, bi watekirina we û li gor vê vîna pêkanîna vê derxistina holê ye. Hatiye dîtin û eşkere kirin ku pergala kapîtal kesayet û bedena jin dibin navê estetîkê de xistiye çi halî û kiriye amûra çi! Jin kiriye amûra polîtîkayên tehakûm û dagiriyê. Li hemberî vê jî cardin hatiye zanîn û eşkere kirin ku bîrdoziya rizgariya jin ya me wê çawa bijiyanî bibe. Bîrdoziya rizgariya jin di heman demê de dibe jina ji koletiyê hatiye rizgarkirinê. Qezenckirina ruhê azad û zanebûnê. Tevî van rastiyan bîrdoziya rizgariya jin tê wateya xweşik kirin û bi watekirina ji tevgera jin heya guliyên wê, ji meşa wê heya destavêtina wê ya kar û bedewkirina van xususiyetan. Di vê navenda azadî û rizgariyê de jina herî nexweşik jî dikare xweşik bibe.
Wê bidome……