Bi diruşemya “Bi felsefeya Rêbertî baviksalarî bikuje, hişmendiya jina azad ava bike“ wê konferansa Jinên Xwendekarên Kurdistan pêk were. Ji bo konferensa ku wê 13’ê nîsanê pêk bê, endamên JXK’ê dimekî ku armancê konferansê nîşan dide amade kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK) wê li 13’ê nîsanê 2019 konferansa xwe li dar bixe. Bi diruşmeya “Bi felsefeya Rêbertî baviksalarî bikuje, hişmendiya jina azad ava bike“ wê ji gelek welatên Ewrûpa xwendekarên Kurd û enternasonalîst li bajarê Elmanya Kolnê kom bibin. Li ser vê esasî endamên JXK’ê der barê armancên konferansê de dimek amade kir.
Endamên JXK di dimenê ku amade kiriye ferasetên wek bavîksalarî, desthilatdarî, zayendperestiya civakî û pirsa ‘Çima pêwîste wûn beşdarî Konferansê bibin’ şîrove kir.
Bersiva pirsa ‘Çima pêwîste wûn beşdarî Konferansê bibin’ di vî dimenî de ye: