Enwer Mûslîm: “Ev kesên ku di nav Daîş’ê de cihê girtin hemû sucdarin. Ev kesên ku niha di destê QSD’ê de ne helbet di bin sîwana Xweseriya Demokratîk de werên darizandin, dadgehkirin.”
KOBANÊ – Di 23’ê Adarê de QSD, piştê pêngava tunekirina çeteyên Daîş’ê ragihandibû ku bi giştî xaka Suriyê de çeteyên Daîş’ê xilas bû. Lê bi xilasbûna çeteyan bi xwe re rojevên nû anî. Çeteyên ku xwe radest kirin wê dawiya wan çi bibe? Xeteriya çeteyan xilas bû an na? Wê piştê vê pêngavê ji bo Efrînê çi were kirin?. Li ser van mijaran û pêvajoyên dawî hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firat’ê Enwer Mûslîm ji Ajansa Nûçe Ciwan re nirxand.
Mûslîm di nirxandinên xwe de got ku; “Ev kesên ku di nav Daîş’ê de cihê girtin hemû sucdarin. Ev kesên ku niha di destê QSD’ê de ne helbet di bin sîwana Xweseriya Demokratîk de werên darizandin, dadgehkirin. Çawa ku li Cihanê di sala 1946 li Nûrbeng’ê dadgehek navnetewî ji bo Naziyan hate avakirin, pêwîste li vê derê jî ji Daîş’ê re were kirin.”
Di têkçûna çeteyên Daîş’ê de rola berxwedana Kobanê çi bû? Hûn bixwe jî di berxwedana Kobanê de mabûn, ev berxwedana Kobanê di têkçûna çeteyan de rolek çawa leyîst? Hûn çawa dinirxînin?
Niha ji ser Berxwedana Kobanê 5 sal derbas bû. Di sala 2014 de ev berxwedan pêkhat û rastî jî berxwedanek pir mezin bû. Çavê millet di ketina Kobanê de bû. Ji ber ku Mûsil, Kerkûk ketibû herkes digot wê Kobanê jî bikeve. Lê tiştê ku ew millet digot û çeteyên Daîş’ê armanç dikir serneket. Ji ber ku gelê Kobanê, Şervanên Kobanê û piştgiriyên ji bo Kobanê destanek bêhempa afirand. Şerê hebûn û tunebûnê bû. Kobanê peyama ku em an jiyanekê bi azad destbixin an jî mirinek bi rumet bibe ji tevahî cihanê re da. Piştê 136 rojan bi berxwedanekê bêhempa Kobanê bi serket. Terora Daîşê jî cara yekem li Kobanê şikest. Di destê çeteyan de alavên herî mezin hebû, di milê leşkeri de jî wisa bû. Lê ruxmê ku deste şervanan de tu derfet tunebû îspat kirin ku berxwedan çawa tê nişandan. Dîsa piştgiriya cihanê, yên Gelê Bakur û mirovên ku demokrasi diparast hêşt ku berxwedana Kobanê serbikeve.
Çeteyên Daîş’ê bi giştî têk çûn, lê niha gelek çete xwe radestê QSD’ê kirin e. Wê dawiya van çeteyan çi bibe? Ji cihana nawnetewî ji bo van çeteyan wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwesteka we çiye?
Bi sed hezaran çeteyên Daîş’ê hebû, qetlîam çêkirin li her derê. Li Iraq’ê, Li Suriye’yê bi taybet jî li Şengalê qetlîam çêkirin. Li Minbîc, Reqqa’yê, Deyrezor’ê û her wiha li Kobanê qetlîam çêkirin. Destdirêjî kirin. Ev kesên ku di nav Daîş’ê de cihê girtin piraniya wan sucdarin ango. Ev kesên ku niha di destê QSD’ê de ne helbet di bin sîwana Xweseriya Demokratîk de werên darizandin, dadgehkirin. Çawa ku li Cihanê di sala 1946 li Nûrbeng’ê dadgehek nawnetewî ji bo Naziyan hate avakirin, pêwîste li vê derê jî ji Daîş’ê re were kirin. Pêwîste dadgehek ku li vir ava bibe re hemû hêzên Koalîsyonê û DYA piştgirî bide da ku ev kes werin darizandin. Dîsa jin û zaroka van kesan hene. Ev jî heman fikre Daîş’ê ne. Ev jî bi fikrê radîqal tevdigerin. Ji kuştinê bêhtir tiştekî nizanin. Ji ber vê jî pêwîste ev kesana ji perwerdeyekî were derbaskirin ji bo ku xeterî li ser tevahî cihanê rabe.
Bi xilasbûna çeteyên Daîş’ê re mirov dikare bêje ku xeteriyên li ser Bakur- Rojhilata Suriye xilas bûye an na?
Xeterî berdewam e. Xilasbûna çeteyan di milê leşkeri de bû. Niha 60-70 hezar behsa malbata çeteyan tê kirin, dîsa şaneyên raketî heye, ne tenê li Suriye di dewerên din hene ji ber vê jî xeterî hîn heye. Em bizanibin ku ev zarokên çeteyan jî bi heman fikre radibin. Ji ber vê jî pêwîste piştgirî ji Bakur-Rojhilata Suriyê were dayîn ku em vê xeteriyê kêm bikin ûm em bikaribin bigihêjin cihanekî aşitiyê. Lê xeterî hîn berdewam e.
Efrîn hêj di bin dagirkirina çeteyên Oso de û Dewleta Tirk de ye. Niha çeteyên Daîş’ê bi giştî qediya, lê Efrîn hêj di bin dagirkeriyê de. Hûn ji bo Efrîn’ê, azadkirina Efrîn’ê çi difikrin?
Efrîn jî parçeyek ji Suriye’ye, parçeyek ji axa Suriye ye û hatiye dagirkirin. Ji aliyê dewleta Tirkiye û çeteyên wî ve hatiye dagirkirin. Helbet ev ax pêwîste were rizgarkirin. Kesên ku li Baxozê Daîş bûn, çeteyên ku li wir têk diçûn heman deng ji Efrîn’ê derdiket û digotin ‘Em piştgiriyê bidin birayê xwe’. Heman zihniyet li Efrîn’ê heye. Di dîmenan de jî derket digotin ‘Em birayên xwe yên Baxoz’ê bêpiştgirî nehêlin’. Niha bi piranî gelê me yê Efrîn’ê zilm li wan dibe, dixwazin qirkirinekî çêbikin, dixwazin îslama radîqal li ser wan ferz bikin. Dixwazin guhertinek demografik çêbikin. Dixwazin zimanê derveyî gelê Efrînê zimanek were bikaranîn. Ev hemû zilmek e. Ev nayê qebulkirin. Ne ji bo me gelê Bakur-Rojhilata Suriyê ne jî ji bo tevahî Suriye’yê ev nayê qebulkirin. Ji bo vê jî pêwîstê Efrîn were rizgarkirin. Elê Efrînê wegerê li ser axa xwe ya bav û kalan. Ji bo vê jî dewleta Tirk pêwîste ji wir paş ve bikişê. Ev çeteyan wan jî pê re derkevin. Lê ji bo ev tişt pêk verîn jî pêwîste herkes dest bide ji Hêzên Suriye Demokratîk û hêzên ku Efrînê rizgar bikin re ji bo ku em Efrîn’ê îro sibe rizgar bikin û Efrîn wegere cihê xwe di nav Suriye de cihê xwe bigire.