Qeyûm di nava vê hefteyê de hemû mal û milkên şaredariyê diyarî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî û Medûriyetea Giştî ya polîsan kir.
MÊRDÎN – Qeyûm beriya ku şaredariyê dewrî Hevşaredarên HDP’ê bike, hemû mal û milkên şaredariya Qoserê tev diyarî MEB û midûriyetea polîsan kir.
Di Hilbijartina Rêveberya Herêmî ya 31’ê Adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Qoserê ji sedî 70 deng girt û şaredariya Qoserê qezenç kir. Hefteyek di ser hilbijartinê re derbas bû, lê hêj masbata Hevşaredarên Qoserê yên HDP’î nedane wan. Derket holê ku Qeyûm di nava vê hefteyê de hemû mal û milkên şaredariyê diyarî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî û Medûriyetea Giştî ya polîsan kir. Dema şaredarî di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, avahiya Navenda Çandê ya Ciwanan diyarî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) kirin. Disa Mala Gel ya li taxa Bahçelievlerê diyarî MEB’ê kirin. 2 maşîneyên şaredariyê yên personelan diyarî MEB’ê kir. Li aliyê din 5 maşîne jî dewrî Midûriyetea Polîsan a Gişti û Midûriyeta Polîsan a Qoserê kirin.
Hêj Hevşaredara Qoserê ya HDP’î Nilufer Elik Yılmaz mazbata wernegirtiye. Tê gotin ku heta mazbata bigire dê gelek mal û milkê şaredariyê dewrî saziyên dewletê bikin.