Greva birçîbûnê ya 14 berxwedêrên li Strasboûrgê di roja 112’an de bi biryardarî didome.
STRASBOÛRG – Grevên birçîbûnê yên bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rabe li zindanan û li gelek deverên cîhanê dest pê kirin, didomin.
Çalakgerên greva birçîbûnê yên Strasboûrgê, ku di nav wan de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, parlamentera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan, akademîsyen Kardo Bokanî, nûçegihan Gulîstan jî hene, gotin, heta ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin, ew li ser rawestiyane ku çalakiya xwe bidomînin.
Çalakger di roja 112’an de çalakiya xwe li nav nivînan didomînin.
DOKTORAN SERDANÎ SÎNORDARKIRIN
Doktoran serdana li çalakgeran kêm kir. Li baxçeyê mkanê 273, Avenue de Colmar 67100 kon hate danîn û temasa serdanvanan a li çalakvanan hate sînordarkirin.
Ji ber ku çalakger ji qewet ketine doktor bi mebesta ku pêşî li hin nexweşiyên pêkan were girtin, doktor hişyariyên xwe didomînin.
Doktoran xwestin ku serdanvan lê ranewestin ku çalakgeran bibînin û kesên ku bi nexweşiyên ji ber guherîna avûhewayê ne hesas bin.