Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku şervanên wan di 6‘ê Nîsanê de li navçeya Şêrawa ya Efrînê du çalakî li dijî çeteyên dewlet Tirk a dagirker pêk anîn, di herdu çalakiyan de 4 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî herdu çalakiyan daxuyanî de û got: “Şervanên me çalakiyên xwe li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û derdora wê didomînin.”
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Di dîroka 6’ê Nîsanê de şervanên me gelek maşîneyên kar ên dewleta Tirk a dagirker dema ku malên sivîlan û dibistana gundê Cilbirê ya navçeya Şêrawa xera dikirin, yek ji wan hedef girtin. Di encama çalakiyê de maşîneya ku hat hedefgirtin îmha bû û çeteyek ku tê de bû hat kuştin.
Di heman dîrokê de li dijî baregehek koma çete ya bi navê Firqet El-Sultan Murad ku li gundê Cilbirê ya navçeya Şêrawa ye çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.