Li payatexta Fransa Parîsê ciwanên Kurd pankarta ‘ji Ocalan re Azadî’ li Kûleya Eyfelê daliqandin.
PARÎS – Ciwan û jinên ciwan ên Kurd yên li paytexta Fransa Parîsê dijîn tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan protesto kirin. Ciwanan piştgirî da grevên birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger ên bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin.
Ciwanên Kurd derketin Kûleya Eyfelê û pankarta ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya 7 metre dirêj ya bi zimanê Fransî daliqand.
Ciwanên çalakî lidarxistin, diyar kirin ku ew ê tu caran tecrîda li ser Rêberê Gelan Ocalan qebûl nekin.