RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
Tevgera jinê tevgereke sedsala 21. e. Sedsala 19. çawa bi mohra tevgera karkeran e, sedsala 21. jî dê ji bo tevgera jinê wisa be. Zanyar bi xwe jî dibêjin, dibêjin sedsala 21. dê bibe sedsala jinê, meseleya jinê meseleyeke civakî ye. Tenê ne meseleya cins e, li gorî min jî meseleyeke mêr e. Şaristanî afirandineke mêr a 5 hezar salan e, bi qirêj e, mêr di vê qirêjiyê de parçe parçe hildiweşe, ez ê li ser vê hûrûkûr bibim, niha li ser meseleya mêr disekinim ez ê vê vekim bila bi heyecan li bendê bin. Jin piçekî xwe gihandiye asta azadiyê, divê jin xwe bigihîne jiyaneke bi rûmet.
Di merheleya heyî de PAJK bala dunyayê dikişîne. Jinên li çiyê, jinên li Rojava hemû divê vê bizanibin ku, hewldanên min ji bo şoreşeke jinê ye. Nûnertiyeke PAJK’ê li ser bingehê Jineolojiyê heye. Li Ewrûpayê jî konferansek hat lidarxistin. Lê ev pirsgirêk heye: Pirsgirêka civakî pirsgirêka kolektîf e. Aha ez ji bo vê etîk û estetîkê pêşniyar dikim. Xweşikahiya jinê ya di şexsê wê de min weke estetîkê destnîşan kir. Dema em bên ser meseleya etîkê jî, hûn ê bêjin “ez a xwe me”. Hûn ê bibin ya xwe. Bêyî ilmê civakî şoreşgertî yan jî veguherîna civakî, dikare bêyî hay jê hebe tevlî kuştin û xiyanetan bibe. Ji bo vê jî rêyek bi tenê heye, ew jî divê em ilmê xwe yê civakî ji destê hêzên îqtîdar-zanînê xilas bikin û ji nû ve pêk bînin; yanî divê em dibistanên xwe yên ilmê civakî û akademiyan ava bikin. Divê em zîhniyeta xwe ya li ser hîmê ilmê civakî bikin pişta polîtîkaya xwe. Belkî jî ji hemûyan girîngtir, divê em exlaqê civakî serwer û ferz bikin.
Akademî dikarin desteka rewşenbîrî û zanistî ya pêwîst bidin ji bo pediviyên ji nû ve avabûna yekîneyên civaka exlaqî û polîtîk. Dikare ji bo destpêkê were pêşdîtin ku xweser û demokratîk bin; ew bi xwe bername û kadroyên xwe çêbikin; xwendekarî û mamostetiya dilxwaz esas bigirin; karibe tim xwendekar têkevin şûngeha mamosteyan û mamoste jî têkevin şûngeha xwendekaran; her wisa her kesên ku îdea û armanca wan hebin, ji şivanên serê çiyan heya profesoran, karibin tevlî bibin. Dibe ku guncaw be ku akademiyên di giraniya jinan de, di gel bi heman naverokê, lê her wisa ji bo aliyên xwe yên xweser bikin zanistî, çêbibin. Rizgariya xwe, nêzikatiyên xwe yên huner û xwejînê bi akademiyan ve pêşde bibin. Hema bêje perwerdeyên xwe pêwîst e ku hûn bi xwe bikin. Perwerdeyên xwe yên bîrdozî li dibistanên ku ava dikin li akademiyê bikin. Yek ji wesfên ku lê tê gerîn ji bo tenê teorîk nemînin, ew e ku bi rengekî piralî tevlî pratîkê bibin. Akademî di hêla cî û dem de bi rêya li ber çavgirtina pêdiviyên pratîk, têne damezrandin û xebitandin. Mirov dikare cî û deveran ji serê çiyan heya quncikên taxan bibijêre. Bêguman divê neyê gerîn li avahiyên ku delîlên desthilatiyan in. Bi dehan bi hezaran pirsgirêkên jinan hene. Vê encax bi akademiyê çareser bibin.
Dîsa di vê akademiyê de ji sporê heta siyasetê, ji huqûqê heta felsefeyê, heta xebatên atolyeyê, xebatên çand hunerê di nav de dikare her cure xebatan bike. Dîsa xebata vê akademiyê tevahiya derdoran bihewîne. Mînak xwendekarekî zanîngehê jî, xanimeke malê jî di van xebatan de cihê xwe bigire.
Jin hilberîner in. Bi tiştên hildiberînin dikarin pirsgirêkên xwe yên ekonomîk çareser bikin. Mesele dikarin erdekî kirê bikin û çandiniya mahsulên xwezayî bikin. Bi vî rengî ji
bo çareseriya pirsgirêka betaliyê jî piştgiriya wan çêbibe. Xebata jinê heyecanê dide min. Jin dikarin bi xwe bawer bin. Li ser azadiyê hûrûkûr bibin tiştekî ku bisernexin nîne. Hewcedarî bi kadroyên bawermend ku bi fikrên nû yê zanistî xebatên biceger bikin heye. Divê mirov hertim xebatên ber bi pêşve diçe yên zanistî bimeşîne. Her mirovek divê lêkolînerek be. Saziyên zanist, çand û ziman girîng in. Kesên ku zanîna wan nîn be xeterin. Ji bo zanînê jî asteke akademîk pêwîst e. Kesê ku zanîna wî nîn be têkoşîna wî xetere. Li tevahiya Rojhilata Navîn bi awayê akademî û dezgeh divê xebat bêne meşandin. Gava ku hûn diavêjin, herêma ku hûn lê dijîn şoreşa neolîtîkê di maneya modern de difikirim ku tê maneya jinûve avabûna wê. Ne tenê weke jinên Kurd, bi jinên Tirk, Fars, Ereb û Ewrûpayê re hûn dikarin vê şoreşê belavî dunyayê bikin. Ev ne dînek e, çandeke, fikreke. Bi destpêkirina ji artêşbûnê re bawer dikim ku hûn ê pêl bi pêl belav bibin.
Em hertim dibêjin şert û mercên ku dûrketina ji jin û jiyanê hilweşan û hilweşîna civakê diteyisîne. Jin bi tenê û bi tenê divê ya xwe be (xwebûn). Heta divê wer zanibe ku bê xwedî ye, bi tenê xwediyê wê ew bi xwe ye. Divê ‘xweda’ya jinê hebe. ‘Xweda’ xwe bi xwe welidandin e. Jina azad weke rojê hiltê. Peyvên Jin, Jiyan pir watedar in. Divê jin biqudret, azad û xwediyê biryarê be. Jin heyîneke binirx e. Ji ber vê peyvên jin û jiyan binirx in. Divê hûn fêrbûn û nûnertiya raçêteya bi sêhr a Jin, Jiyan û Azadiyê bidomînin.
Diyalog û hevpeymana min ya bi jinan re girînge. Hûnê hevpeymana civakî ya jinan pêş bixin. Divê ev bibe peymana ku li dijberî kuştinên jinan heya sinetkirin, destavêtin, û hemû kiryarên li hemberî jinan tê bikoşe be. Azadî ji nan û avê hêjatire. Jina xweşik be, ya wêrek be, ya bi vîn-îrade be dikare cîhanê fetih bike. Ji bo min jin cewherê civakê ne. Ez bawer dikim ku hûn dikarin di Rojhilata Navîn de azadbûna jinê li ser bingehê zeka, parastin, xweşikiyê tevî biharan wek rojê ava bikin. Şoreşa Rojhilata Navîn wek Şoreşa Azadiya Jinê tê pêşxistin. Ji ber ku cihê hûn lê jiyan dikin qadên afirandina xwedavenda ne bi rastî jî ez bawerim ku tu der ne weke wan qada ne. Bêyî ku ez van hestên xwe an jî fikra xwe bibêjim derbas nakim. Tu nexweşikî bi qasî yekbûn û têkiliya jina kole û zilamê tehakûmker kêm û xerab nîne. Cardin tu yekîtî bi qasî yekîtiya bi jina azad û zilamê ku xususiyetên tehakûmê derbaskiriye re bi nirx, xweşik û rast tir nîne. Li ser vê minwalê, ez we rêhevalan, dostan, yên li hemû qadan û hemû kêliyan bi zanatî, bi xweşikî, bi eşq silav dikim, hembêz dikim, serkeftinê dixwazim, sal û hemû salên we yên zemanên nû pîroz dikim.