“Bi vebûna kulîlka nîsanê re her çendî bihara dilê min bi kirasê heftrengî bejna xwe neqişandibe, dîsa çem û kanî, sosin û nêrgiz, dar û devî bi şînkahiyê xemilî bin jî ne şalûl û bilbil, ne jî kew li zozanê welatê min distirin.
Îro baskê bazê dilê min şikestî, qefesa dilê min girtiye. Kund û qir li zozanên welatê min Kurdistanê dixwînin. Zozanên bi ava kaniyan û şînkahiyê xemilî li berbayê nareqisin, stûyê lale û binevşan xwar û nesrîn rondikan dibarînin. Di nava biharê de werza payîzê xwe li warê min Kurdistanê pêça ye. Tav û bistên beledan li hev didin, şîqeşîqa ewrên reş û tarî xezebê li ser biharê dibarîne.
Ku îro li welatê xwe ez girtî û êxsîrbim, kole û mirî bim, wê çi bihar bikare xwe birengên gulan bixemlîne. Ger îro roja ku bi hilatinê ez ji temara mirinê zindîkirî, di qefesek hesin û di giravê de dîlgirtî be, wê çima nesrîn pela nû rondikan nebarîn e. Ew çi bilbile ku bi azad li ser lat û zinarên asê bixwîne. Heta li ser singa ciwanên canbexş kund biçêrin, wê çi binefş û sorgul şîn bibin.
Ger ku hê kurm li ser bedena min dijîn, welatê min Kurdistan hê birîn e û nehatiye cebirîn. Xwîn jê diherike. Dema ku ciwanên girtiyên azadiyê xwe bi keziyên xwe feda dikin, hê xiyanet û hevkar pir in.
Birîn û azarên dayika me Kurdistan kûr dinale. Heta ku em tenê li vê rewşê binêrin wê hê pir bihar li me payîz û zivistan be. Ne wê kulîlk û ne jî wê şalûl û bilbil bikarin bi azad li ser wî warî bistirin. Heta ku girtiyên azadiyê can bibexşînin, em tenê lê binêrin, wê gelek nesrîn û nêrgiz rondikan li ser goristanan bibarîne. Gelo ma wê heta kengê nêrgiz tenê li ser qebir û gorên zarokê vî welatî serî hildin. Ma wê heta kengê bilbil di qefes û rikan de şînê bigerînin. Ax welato, ji bo vê bedewiyê bi hezaran beybûn û sosinan bi keziyên xwe, xwe bi dar ve kirin, bi hezaran kew û bilbilan heta mirin û çûn li ser te distirand.
Ma heta kengê wê ruhên ciwan jinûve bibişkivin û ji bo te xwe feda bike, heta kengê ev beden wê ezabê jinûve jiyîn û mirinê her bikişîne. De ka vê êşê bibîne kurdo û rabe. Ma heta kengê tê bi temara mirinê re biçî. Ma heta kengê dê bedena te xwe li ber vê êşa bê derman bikişîne bigire. Her roj kezeb dişewite, her roj dimirî û jinû ve zindî bibe. Wê qedera te ev be! Ma ji bo tu rabe, tu li bendê ye çend beden din xwe bi dar ve bikin. Ji bo her carê zindî bibe wê çend beden bibin mertal. Wê çend bihar, bê kulîlk û bilbil bimîne. Ê de bes e lo… heta kengê çavên xwe û guhê xwe ji vê berxwedanê re bigirî.
Ê dimire ji te ye, yê tê girtin tu yî, yê tê qetilkirin û talankirin her tu yî. Tu nerabî, bi xwedê kes bi hewara te ve nayê, kes destê te nagire. Zend û bendên xwe hema bide berxwe, tê bibînî bê ka wê çawa keç û xort bi hewara te bên. Wê siwarên azadiyê hespên xwe di meydana cengê de ji bo te bibezînin.
Wê tu xendek û bajarên mişkan nekare pêşiya siwarên te bigire. Wê demê tu bibînî ku birîna te hêdî hêdî dikewe û dicebire.
Bi xwedê tu vê nekî, tu ji devê van gurên xwîn xwar rizgar nabî. Wê li ser birîna te tim kurm biçêrin û kezeba te para guran be. Wê li ser bedenên ciwanên dioxira te de can dibexşînin jî kund û qir bistirin.
Tu dibînî rê nade ku ciwanên ji bo welatê xwe can bexşandî li hemêza warê xwe bê veşartin. Bedenên wan ji goran ra dikin, kêlên wan dişikînin. Ew çi qefesa singe ku dilê te kirî êxsîr û kole, rê nade ku li hemberî vê bêhelwest û bêdeng bî. Ew çavên ku vê nebîne, bila kor be, ew guhê vê qêrînê nebihîze bila ker be, ew bedena li ber vê ranebe bila mirî be hezar carî baştir e.
Îro dijmin fermana mirinê ne ji bo tenê PKK’ê, Bakur, Başûr; ji bo hemû kurdên li her derê dide. Êdî kurd divê nexapin bi gotinan vê yekê bi vekirî bibînin. Her roj dijmin vê bi xwe tîne ziman, dibêjin kurd nînin. Li hemberî gotinekî wiha helwestekî wiha raberkirin nayê pejirandin û ne pêkan e. Heta em nebin yek û ranebin, wê qedera me ji rewşa niha em têde ne bi gavekê pêş ve naçin û rizgar nabin. Ji bo vê yekê ku em bi vê razî bin wê bidome, ne ku em ne razî bin divê em vê çerxa felekê biguherin.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Weysî Tallî