“Li Tirkiyeyê encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmî tenê ji bo Erdogan û derdora wî surprîz bû. Ev binketina ku Erdogan danequrtand di heman demê de binketina Yenîçeriyan û çeteyan e. Civakê bi awayekî aşkera ji Erdogan re got êdî bes e û niha ew jî bi awayekî aşkera gefên teror û terorîzmê li civakê dixwe.
Ev tiştekî nû nîne û di dîrokê de heman tişt hatiye serê gelek dîktatoran. Ji bo dîktator li ser text bi rihetî rûnên divê civak ji wan re secde bike û ger civak secde neke li ser civakê teroreke mezin dimeşînin.
Hîtlerê nazîst û Musolîniyê faşîst du aktorên sereke yên şerê cîhanê yê duyemîn bûn û rantxurên şer yên wê demê bûn. Ji bo xeyalên xwe pêk bînin, şer xistin xizmeta xwe. Bi pozbilindî û tundiya nîjadî û olî ji bo berjewendî û parastina îktîdara xwe wekî çeman xwîn rijandin. Hîtler nîjada arî li ser hemû nîjadan digirt û serbilindiya nîjada xwe wekî çareserî didît. Niha jî komên selefî û Îxwan-î Muslîmîn serî li heman rêbazan didin. Proseya dewletên nîjadperest bi ketina Hîtler û Musolînî têk çûn. Ewropayê ji wê xirabî, talan û kuştinan gelek ders derxist. Piştî ku Ewropayê ji van xirabiyan ders derxistin yekbûna xwe pêk anîn û gihiştin asta roja me ya îro. Rojhilata Navîn û Afrîka jî niha bi heman ezmûnan re rûbirû ne û gel dê karibin ji geşedanan ders derxin?
Pêwîst e em dîrokê rast bixwînin û fêm bikin da ku em karibin çarenûsa xwe diyar bikin. Pêwîst e em li hemberî çarenûsa stûxwarî û teslîmiyetê bisekinin û em bi serbilindî bibêjin em neteweyeke azad in. Ancax em bi vî rengî dikarin ji serdestan re bibêjin em nemir in û dijîn.
Dengderxistina me tê wateya jiyanê. Wê demê gelo jiyan bi xwe çi ye? Em çawa dijîn, ji bo çi dijîn û ji bo kê dijîn?
Hîtler piraniya welatên Ewropayê dagir kir dîsa jî çavê wî têr nebû. Berê tang û leşkerên xwe de rojhilat û êrîşî dewleta Sovyetê kir. Lê Hîtler li ber deriyê Moskovê bi binket. Wisa xuya ye ku tişta hat serê Hîtler dê were serê dîktatorê nû Tayyîp Erdogan, Yenîçeriyan û bermahiyên çeteyan.
Niha hinek di nirxandin û şîroveyên xwe de behsa hilbijartinên Tirkiyeyê û binketina Erdogan dikin. Binketin û ketina Erdogan bi vê hilbijartinê dest pê nekir û binketina Erdogan li Qahîreyê bi binketina Mihemed Mursî dest pê kir, lê Erdogan ev peyam baş nexwend. Wê demê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke wiha dabû Erdogan; “Eger tu xwe rast nekî û hesabên xwe yên şaş careke din li ber çavan derbas nekî dê dawiya te ji Mursiyê ku li Qahîreya Misirê ket ne cudatir be.”
Ji wê demê heta niha Erdogan heman rê û rêbazan meşiya û ji binketinekê ber ber bi binketineke din ve diçe. Wê demê heta niha gelek caran ket û wisa xuyaye ku ketina dawî dê zêde dereng nekeve. Dema Mursî li Qahîreyê ket, Erdogan jî ket. Di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an û referandûma pergala serokkomariyê de jî binket û bi sextekariyan li ser pêya ma.
Dema Kobanê, Reqqa rizgar bûn jî Erdogan bi binket û ket. Dema DAIŞ li Baxozê ket, wê demê Erdogan jî ket. Herî dawîn di hilbijartinên xwerêveberiyên herêmî de bi dest û dengê kurdan bi binket. Ji ber ku li bajarên Tirkiyeyê yê herî mezin kurdan piştgirî dan muxalefetê û îktîdara AKP’ê têk birin.
Ev sîlsîleya têkçûnên Erdogan Tirkiyeyê berbi guhertinên nû ve dibe. Ev diyalektîka têkçûna dîktatoran e û dawiya wan jî bi vî rengî bû. Ger dîktator xwe wek Xwedê bibînin û me jî wek pez bibînin ev hinekî jî eyba me ye. Di dema cahiliyetê de însanan peyker çêdikirin û digotin ev Xwedayê me ye. Halbukî însanan ew peyker bi destê xwe çêdikirin. Ji xurmayê peyker çêdikirin û dema birçî dibûn jî Xwedayê xwe dixwarin.
Ger civak afirîner, berhemdar nebe û tenê bi xerckirinê re mijûl bibe neçare bikevin xelekeke vala û bêdawî. Sîlsîleya ketina Erdogan dê ji vir wiha xurtir dewam bike. Dê hîn bêhtir hov û kujer bibe, bêhtir talan bike da ku ketina xwe ya dawîn nêzîktir bike.
Piştî ku Lîbyayê ragihand ku niyeta wan heye dê Trablûsê ji DAIŞ’ê rizgar bikin, Erdogan bêhtir destdirêjiya Lîbyayê kir. Armanca wî astengkirina têkçûna çeteyan e. Her ketineke Erdogan serkeftina gelan û civakan e. Bilindkirina ala neteweya demokratîk dê bibe navnîşana rojên pêş. Ev navnîşan dê bibe destpêka proseya têkçûna xîlafeta Erdogan û xeyalên Osmaniya nû. Çareseriya herî rasteqîn ew e ku gelên bindest li hemberî rejîmên desthilatdar bibin yek û têkoşîna xwe xurt bikin.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Şiyar Zaxo