ÇALAKIYA LI AVAHIYA HDP’Ê BERDEWAM DIKE
Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 94 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 84, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 92 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 41 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ LI QADA NAVNETEWÎ DIDOME
Çalakiya Yusuf Îba li Torontoyê 87 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 86 roj, Husên Yildiz 81 roj, Hasbî Çakici 80 roj in di greva birçîbûnê didomînin. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 79 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 75 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 70 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 65 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 48 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 23 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 43 roj, Şeyma Ednan 35 roj û Gulebax Celal 20 roj in di greva birçîbûnê de ye.