ŞIRNEX – 3 roj berê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Xerpêtê Mahsum Pamay li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Walîtiya Şirnexê ji bo çalakiyên derbarê Mahsum de 15 rojî biryara qedexeyê da.
Her wiha walîtiyê şîna li camiyê ya ji bo Mahsum asteng kiribû û malbata ku şîn danîbû ji camiyê derxistibû.