NAVENDA NÛÇEYAN – Xwendekarên zanîngehê qedandîn li Kerkûkê ber derê Nefta Bakur kombûn nerazîbûnên xwe anîn ziman. Xwendekar 2 saetan li ber derê şirketa Nefta Bakur rawestiyan. Lê ti berpirsek yê şirketa Nefta Bakur nehat gel xwendekaran û guhdarî daxwazên xwendekaran nekirin. Piştî wê nûnerên xwendekaran bi berpirsên Nefta Bakur re civiyan.
Piştî civînê nûnerê xwendekaran Rêbaz Eyad daxuyaniyek çapemeniyê da û got; “Me daxwazên xwe radestê şirketa Nefta Bakur kir. Ji mere gotin ku tenê em dikarin salê 12 kes bigrin. Her wiha ji mere diyarkirin ku ew nikarin we bigrin kar. Pêwîste ev yek ji aliyê Wezareta Neftê û Wezareta Enerjiyê ve were kirin.”
Rêbaz di dewamê de got ku ewê heya bigihin armanca xwe di daxwazên xwe de bi israr bin. Her wiha diyarkir ku ewê carek din çalakiya xwe li Bexda ber derê Wezareta Neftê pêkbînin.