AMED – Ji bo doza 28 kesên ji ber çalakiya greva birçîbûnê sûcdariya “propaganda rêxistinê kirine” ku cuda hatibû vekirin bibe yek hat dayîn.
28 kesan bi greva birçîbûnê piştgiriya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kiribûn.Danişîna doza 28 kesan li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dozger di danişînan de xwest dadgeh der barê doza 28 kesan da biryara dosye bibe yek bide.
Dadgehê jî biryara doyse bibe yek da.Tê payîn piştî biryara dadgehê ya dosye bibe yek da, bi giştî dosyeya der barê 80 kesên ji ber greva birçîbûnê tên darizandin bibe yek.
Yên ku dosyeya wan kirin yek ev in: “Fatma Yakoglu, Makbule Ozbek, Rehşan Kalhan, Muazzez Altinkaynak, Raîfe Ergul, Yuksel Elmas, Aysel Tufan, Yildiz Kardeş, Giyasettîn Duman, Hasîna Guler, Remziye Bayram, Sevîm Coşkun, Sakîne Yakut, Gulîstan Ektî, Mehmet Fadil Dalay, Bahar Karakaş Ulug, Faruk Altun, Fatîn Kagan Arslan, Mehmet Şîrîn Karakaş, Kemal Baran, Mehdiye Kartal, Sertîp Yetîş, Selahattîn Kurt, Remziye Sizici, Ramazan Ungur, Suleyman Akkuş, Murat Cîhan Sabaz û Orhan Taşer.