NAVENDA NÛÇEYAN – Grevên birçîbûnê yên bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rabe li zindanan û li gelek deverên cîhanê dest pê kirin, didomin.
Li bajarê Fransa Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a 14 çaalkgeran ku 17’ê Kanûna 2018’an destpê kiribû di roja 113’an de didome. 14 çalakgerên greva birçîbûnê yên Strasboûrgê, ku di nav wan de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, parlamentera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan, akademîsyen Kardo Bokanî, nûçegihan Gulîstan jî hene tevî rewşa tenduristiya wan di qonaxek kritîk de ye di ‘berxwedana şikandina tecrîdê de’ bi biryarin.
Greva birçîbûnê ya li navnîşana 273 Avenue de Colmar a Strasboûrgê 113 roj li pey xwe hişt, her roj ji bajarên cûda yên Ewropayê Kurdistanî serdana çalakgeran dikin.
Çalakiya rûniştinê ya girseyî ku 25’ê Adarê bi armanca piştgirîdayîna çalakgerên greva birçîbûnê û ketina tevgerê ya Konseya Ewropa (KE) û Komîsyona Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) destpê kirî, didome.
Li Strasboûrgê serdanên piştgirîdayînê yên ji bo çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger didomin. Îro hunermend û welatparêzên Kurd ku beşdarî çalakiya li pêşiya Konseya Ewropayê bûbûn serdana çalakgeran kirin. Lê ji ber rewşa tenduristiyê ya çalakgeran dest nade nekarin hevdîtinê bi kesên hatine serdana wan re bikin.
Gulistan Îke, Dîlek Ocalan, Nûrgul Başaran, Mûstafa Sarikaya, Mehmet Nîmet Sevîm, Denîz Surgut, Kardo Bokanî, Ekrem Yapici, Ayvaz Ece, Egîd Ûral, Ramazan Îmîr, Mohamad Ghaderî, Kerem Solhan û Yuksel Koç li Strasboûrgê di çalakiya greva birçîbûnê de ne.