NAVENDA NÛÇEYAN – Xelatên ji bo bîranîna siyasetmedarê Kurd û nivîskar Îbrahîm Ehmed tê belavkirin, hatin dayîn.
Li Silêmanî li Hola Tewarî Hunerî 19’emîn xelatên bi bo wefata nivîskar û siyasetmedar Îbrahîm Ehmed ya sala 2019’an bi merasîmêkê hatin bilav kirin. Di nava kesên hatîn xelat kirin de Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 152 roje li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye xelata wergirt.
Xelat ji aliyê Şanaz Îbrahîm Ehmed ve hate dayîn. Li şûna Leya Guven Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş xelat wergirt.
Muzeyen Guneş di merasîmê de peyama Leyla Guven pêşkêş kir.