KOBANÊ – Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek hewl hate dayîn ku jiyanekî nû, azad û demokrat were avakirin. Yek ji van xebatan jî avakirin û pêşxistina Zaningehan bû. Niha li Rojavayê Kurdistanê 4 Zanîngeh perewerdeyên xwe didomînin. Zanîngeha Rojava li Qamişlo, yek zanîngeh li Rîmelan, yek li Qantona Hesekê û herî dawî jî Zanîngeha Kobanê hatibû avakirin.
Zanîngeha Kobanê helbet ji yên din cudatir bû. Demek dirêj ji ber û êrîşên çeteyan û dewleta Tirk li ser Kobanê hebû ev zanîngeh nekarî ku perwerdeya xwe bide destpêkirin. Heri dawî piştê Kobanê rizgar bû Zanîngeha Kobanê di sala 2017-2018 de dest bi serdema perwerdeyê kir.
Li gor agahiyên ku me ji Hevseroka Zanîngeha Kobanê Dr. Kemal Besrawî girt, Zanîngeha Kobanê bi 2 fakulteyan destpê kiriye. Fakulteya yekem Zanîsta Bingehîn e. Ew jî di nav xwe de beşa Fîzîk, Kîmya û Bîrkarî (Matematîk) dihewîne. Fakulteya duyem jî Fakulteya Wêjeyê ye. Ew jî di destpêkê bi beşa Wêjeya Kurdî destpêdike. Di sala duyemîn de jî beşa Bîyolojî û Wêjeya Erebî ku li Girêspîyê hate vekirin. Zanîngeha ku di destpêkê de bi 45 xwendevanan destpê dike îsal hejmara xwendekaran gihiştiye 180 yê.
Dr. Kemal Besrawî armanca wekirina Zanîngehê wiha pênase dike û dibêje: “Ne ku bi çend semînerên ku em bidin xwendekaran ev zanîngeh hatiye vekirin. Armanca Zanîngehê çawa kesayetek were avakirin, xwendekarek zanîst çawa were afirandin e. Em armanc dikin ku xwendevanên me bikaribin ji civakê re feyde bidin, civakekî azad û pêşketî pêşbixin e.”
Jixwe perwerdeya ku tê dayîn jî li ser vê esasê ye. Ne ku perwerdeyekî dogmatîk û yek alî xwendevan tên zanîngehê me dît ku cih dibe xwendevan mamosteyên xwe rexne dikin û birêzdariyekî mezin perwerde didom e. Her wiha dem bi dem dem civîn bi tevahî xwendevanan re tê girtin û di derheqa pêşketina Zanîngehê de fikre xwendevanan tê girtin. Ev jî nîşaneya demokratîkbûna Zanîngeha Kobanê û Şoreşa Rojavayê ye.
Her wiha Dr. Besrawî dibêje ku ev zanîngeh bi zor û zehmetiyan hate vekirin. Ji ber rewşa şer demek dirêj sekînî. Piştre ji bo xwendevan mexdur nebin ew zanîngeh dane destpêkir in. Dibêje ku kedek mezin hatiye dayîn. Bi saya şervanên azadiyê û bi keda mamosteyan hatiye ava kirin.
Em fêr dibin ku ev cihê Zanîngehê ne yê esasê ye. Dr. Besrawî dibêje ku ew derbasî cihê xwe yê nû bibin êw jî hêj tê çêkirin. Di wir de beş û fakulteyên nû were kirin û Zanîngeh mezin were kirin. Bi laboratuvarê xwe, bi mamoste û wargehên ji bo xwendevanan ku niha jî heye wê Zanîngeh derbasî astek din bibe.