ENQERE –Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû yê berî hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê her roj di axivî û mûxalefetê weke hedef nîşan dida, piştî encamên hilbijartinê ji holê winda bû û ket nava bêdengiyê. Soylû piştî hilbijartinê demek dirêj yekem car îro derket holê. Soylû yê di 174’emîn a avakirina Teşkîlata Polîsên Tirk a li Şehîtgeha Polîs Cebecî ya Enqerê de axivî, qet behsa encamên hilbijartinê ne kir.
Soylû yê di xebatên hilbijartina herêmî de ji bo AKP’ê tim deng xwestin û lave ji gel dikir, wiha gotibû: “Ger em şeva 31’ê Adarê qels bibin, dê di nava 4 sal û 5 mehên li pêşiya me de, şîrê dayika me ji pozê me derxînin.”