BERN – Ji bo grevên birçîbûnê ku bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kir û bi tevlîbûna 7.000 çalakvanan mezintir bû, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Bernê çalakî lidarxist. Ciwanan li paytexta Swîsreyê li bajarê Bernê di otobus û trenan de li dijî bêdengiya li hemberî grevên birçîbûnê çalakiyek pêk anî.
Ciwan bi maske û afîşên ku bal dikşine ser berxwedanên grevên birçîbûnê di tren û otobusan belavok belav kirin.
Ciwanan piştî çalakiya xwe diyar kir ku ew ê sibê disa dakevin qadan û li ber îstasyona trenê ya Bernê çalakiyek lidar bixe û bang li hemû kesî kir ku tevlî çalakiyê bibin.