RIHA – Li Wêranşarê endamên Meclîsa Şaredariya Wêranşarê yên HDP’ê Celîl Çelebî û Ramazan Dîrîl jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.
Li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê polîsên dagirker bi ser malan de girt. Li gundên çolterê yên Wêranşarê jî eskerên dagirker bi ser malan de girtin. Polîs û eskerên dagirker malên welatiyan serûbin kirin û 8 kes binçavkirin. Endamên Meclîsa Şaredariya Wêranşarî yên HDP’ê Celîl Çelebî û Ramazan Dîrîl ku di 31’ê Adarê de hatin bijartin jî di nav de 8 kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsên dagirker a Rihayê. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn.