ŞENGAL – Ji 2014’an û ji vir de li Şengalê hewldanên avakirina jiyanek azad didome û yeka hêz li dijî vê jî PDK ye. Ruxme ku PDK ewqas xerabi kiriye û lîsteya wê ya sûcê li hemberî gel dirêj, hin jî sûcê nû li lîsteya xwe zêde dike.
Li bajarokê Borik yê Şengalê hêzên Kasîm Şeşo yê ku girêdayî PDK’ê ye ev 2 hefteye ava vexwarinê ji bo welatiyan asteng dike. Welatî neçar dimînin ava qirêj vexwin. Ev ava qirêj gelek nexweşî bixwe re tine. Bi sedan zarok û welatiyên Şengalê ji ber vê ava qirêj nexweş ketine.
Tankên ava pakîj ji ber astengiya hêzên Kasîm Şeşo yê ku girêdayî PDK’ê nageheje gel, û ji ber vê jî xeteriyên belavbûna nexweşiyan her diçe mezintir dibe.