NAVENDA NÛÇEYAN – Di 11’ê Nîsanê de li Amedê bi kolandina 90 metre tunel çalakiyek dirokî hatibû çêkirin. HPG di bîlançoya xwe de diyarkiribû ku 83 polîsên dagirker hatibûn kuştin. Çalakî ji aliyê ‘Tîma Tolhildanê ya Şehîd Bager û Şehîd Dirêj’ pêk hatibû. Wêneyên çalakiyê jî hatin weşandin.
Daxuyaniya HPG wiha bû:
“Derbarê çalakiya li hemberî polîsên AKP’ê yên faşîst, berê jî navenda me daxuyaniyek dabû. Tekmîla çalakiyê ya ku Tîma Tolhildanê ya Şehîd Bager û Şehîd Dirêj ji Fermandariya me ya Navendî ragihandiye wisa ye:
90 METRE TUNEL HATE KOLAN
“Di 11’ê mehê de di saet 10.45’an de, tîmeke me piştî kolanan tunelê ya 90 metre, teqemenî xist binê avahiya 5 qatî ya li Kampusa Dibistana Polîsan a li Baglara Amedê û teqemenî teqand. Ev avahî navenda Hêzên Çevîk, Têkoşîna li Dijî Terorê û navenda qeydên îstîhbarat û mobeseyê ye. Li pêşiya avahiyê wesayîtên bi zirx kom dibin û lê tên tamîr kirin. Tîma me 2 hezar 540 kîlo teqemenî xistiye binê avahiyê. Agahiyên dijmin ên ku dibêje “li tamîrxaneyê hatiye teqandin” derew e. Tunel ji binê tamîrxaneyê diçe avahiyê û ev avahî li wê qadê avahiya duyemîn a mezin e. Li kêleka wê avahiya sereke û li aliyê din jî lojman hene. Bi teqandinê re avahî serûbin bûye.
Li gorî agahiyên me, di saetên kar de 150-200 polîs li vê derê hene û 83 mirî bi kîsên cenazeyan hatine derxistin û 110 birîndarên dijmin hene. Di encama çalakiyê de ji xeynî 8 Panzêr, 10 Kobra, 4 Ûral û 4 Rangeran, 6 Toma, 2 Kepçe, 2 Doblo, 12 Otobus û erebeyên polîsan îmha bûne, yên din jî derbe xwarine. Avahiya sereke û lojman jî hin cihên wê rûxiyane û gelek birîndar ji vê derê hatine derxistin.
JI BO KU XISAR NEGIHÊJE SIVÎLAN BI HESASIYET HAT TEVGERÎN
Di qonaxa amadekirin û pêkanîya çalakiyê de ji bo ku xisar negihêje sivîlan, di asta herî jor de bi hesasiyet hat tevgerîn, mîktara teqemenî û cihê wê li gorî van tiştan hatiye eyar kirin û çalakî bi pergal û bi pîvan hatiye kirin.
Ev çalakî di şexê hevrêyên me yên li eyaleta Amedê şehîd bûne û li hemberî polîtîkayên dijmin ên pêkutî, zilm û îşkenceyê yên li ser zindanan ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Bager û Şehîd Dirêj hatiye kirin. Tîma me piştî çalakiyê bi silametî xwe gihandiye baregehên xwe û tu rewşeke neyînî pêk nehatiye.”
Em wêneyên amadekirina çalakiya Tîma Tolhildanê ya Şehîd Bager û Şehîd Dirêj bi raya giştî re par ve dikin.